Dahata hefteyekê ya Silêmaniyê zêdeyî 10 Milyar Dînar e

Kurdistan 10:49 AM - 2025-12-12
Daşburda Şefafiyetê PUKMEDIA

Daşburda Şefafiyetê

Şefafiyet

Dahata Silêmaniyê ji 6ê Kanûna Pêşîn ya 2025an heta 12ê Kanûna Pêşîn ya 2025an 10 milyar û 573 milyon û 171 hezar û 779 dînar bûye.

Malpera şefafiyet ya ji bo çavdêrîkirin û rêxistinkirina dahatên ne neftê ya Silêmanî, Helebce û her du rêveberiyên Raperîn û Germiyanê dahata heftane ragihand ku 10 milyar û 573 milyon û 171 hezar û 779 dînar bûye., bi awayekî 81% ji dahatê bi awayê next e û  19% bi awayê çek e.

Di 15-12-2022an de, piştî 30 salan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serpereştiya birêz Qubad Talebanî bû xwediyê projeya şefafiyeta dahat û xerciyan.

Niha hûn dikarin rojane hemû dahatên Silêmanî, Helebce û her du rêveberiyên xweser ên Germiyan û Raperînê yên ji ne neftê ji malpera şefafiyetê bizanibin. Li gor nuhtirîn amarên malpera Şefafiyetê www.shafafiat.com biryare hemû rojê dahatên wan şûnan her roj bên weşandin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike