Qubad Talebanî: Silêmanî paytexta rewşenbîrî û karsaziyê ye
Kurdistan 11:07 AM - 2025-12-09
PUKMEDIA
Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Îro,Sêşem
rêkefta (09-12-2025) an foruma Weberhênanê li Silêmaniyê birêve diçe û Qubad
Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê ragihand ku Silêmanî bûye paytexta
Rewşenbîrî û Karsaziyê li Îraqê û aşkere jî kir ku em pêngavan ji
bo aboriyek e bi hêz diavêjin.
Qubad
Talebanî di gotarekê de ku li kêleka forumê pêşkêş kir ku PUKMEDIA rumala wê dike têde got: Em îro bi xêr hatina
we dikin bo vê foruma girîng ku rêjeya weberhênanê li Parêzgeha Silêmaniyê ronî
dike.
Silêmanî ber bi aboriyek e baş pêngavan diavêje
Wî her
wiha got: Parêzgeha Silêmaniyê şahidê pêkanîna gelek projeyên weberhênanê bûye,
û em spasiya hemû weberhêner û karsazan dikin ku di salên borî de astengî û
pirsgirêkan derbas kirin û projeyên xwe pêk anîn.
Qubad
Talebanî diyar kir ku Silêmanî paytexta rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê ye û
niha ber bi aboriyek bihêz û çalak ve diçe, Silêmanî bi alîkariya kerta taybet
pêşketinên girîng dîtiye, û hin ji zanîngeh, peymangeh û navendên lêkolînê yên
herî bihêz li cem me hene û ev navend niha navendên lêkolîn,
lêkolîna pirsgirêkan û destnîşankirina çareseriyan in şû me hêzek mezin ya kar,
kesên gelek jêhatî û xwedî ezmûn, û weberhêner û karsazên wêrek hene.
Qubad
Talebanî wiha domand: Li Herêma Kurdistanê kerta ewlehiyê ya herî bihêz û kerta
tenduristiyê ya çalak û bihêz heye, jinên Silêmaniyê jî beşek girîng ya
pêşkeftin û geşedana ku bajarê Silêmaniyê dibîne ne, û emê ji bo pêşxistina
şiyanên jinan û peydakirina derfetan ji bo beşdarbûna wan di pêşxistina
Silêmaniyê de kar bikin.
Aborî cihêreng e û rûtîn kêm dibin
Cîgirê
Serokwezîr diyar kir: Nêrîna hikûmetê zelal e û em ji bo pêşxistina aboriyek
bihêz li ser bingeha teknolojiya nûjen û ji bo dabînkirina derfetên hêja û
girîng ji bo kerta taybet û karsazan kar dikin her weha em ji bo baştirkirina karên
hikûmetê, kêmkirina rutînê û berdewamiya zêdekirina şefafiyetê di çalakiyên
hikûmetê de li seranserê Herêma Kurdistanê kar dikin.
Ev bi hevkariya IFC-ê kart ê kirin
Qubad
Talebanî got: Em ji bilî pêşxistina kerta pîşesaziyê, li ser pêşxistina kertên
çandinî û geştiyariyê û yekkirina wan bi hevre kar dikin, Silêmanî ne tenê
paytexta rewşenbîrî ye, lê di heman demê de paytexta afirînerî û pêşkeftinê ye
jî, îro, li Silêmaniyê ji bo komaniyên nû yên ku xwe
dispêrin teknolojiya nûjen, keşûhewayek baş heye. Ji bo ku em aboriyek çalak û
bihêz ji bo Silêmaniyê fînanse bikin, pêdivî bi piştgirî û alîkariya kerta
taybet heye ji bo pêşxistina binesaziyê û qad û kertên din, pêdivî bi
piştgiriya kerta taybet heye.
Her weha got:Em
di hikûmetê de pabend in ku piştgiriyê bidin kerta taybet daku weberhênanê li
Parêzgeha Silêmaniyê bi giştî pêş bixin û em hemû ji bo xizmeta gelê Kurdistanê
kar dikin, û bi hevkariya hev em dikarin erkên xwe bi awayê baştir cî bi cî
bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

