Qubad Talebanî: Dabînkirina budce û mûçeyên Herêmê erkê hikûmeta bê ya Îraqê ye
Kurdistan 11:03 PM - 2025-12-07
Ragihandina Qubad Talebanî
Civîna Qubad Talebanî digel Sekreterê Giştî yê Tevgera Esaib
Di çarçoveya sardana bo Bexdayê de, şanda
payebilind ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) digel Qeys Xezelî Sekreterê
Giştî yê Tevgera Esaib civiya.
Di civîna ku şeva Yekşemê (07-12-2025)an li Bexdayê
pêk hat de, Qubad Talebanî serkeftina hilbijartinê lê pîroz kir, her wiha wî nêrîn û bernameya YNKê ji bo pêşeroja Îraqê
û pêşeroja têkiliyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê zelal kir û got: YNKê Bexdayê
wekî kûrahiya xwe ya stratejîk dibîne û li gorî wî ku divê hemû pirsgirêkên li Îraqê,
tevî pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, di nav Îraqê de, li
gorî destûrê û li ser bingeha berçavgirtina berjewendiyên bilind yên tevahiya Îraqê
werin çareserkirin.
Derbarê pêkanîna hikûmeta bê ya Îraqê de, Qubad Talebanî
got ku Îraq hewceyê hikûmeteke bihêz û çalak e ku bikaribe serwerî û serxwebûna
Îraqê biparêze û ji aliyê din ve, pêngavên bingehîn ji bo pêşxistina aboriya Îraqê
bavêje.
Her weha askere kir ku daxwaz û siyaseta YNKê Îraqeke
bihêz bi aboriyeke bihêz û aram e ku têde pirsgirêkên di navbera Herêma
Kurdistanê û Bexdayê de çareser bûne bi taybetî budçe û mûçe, ku mafekî destûrî
yê welatiyên Kurdistanê ye û erkê hikûmeta Îraqê ya bê ye ku budçe û mûçeyên
Herêma Kurdistanê dûrî nakokiyên siyasî dabîn bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

