Pizîşkên Bêsînor: Bi deh hezaran şêniyên Xezeyê hewceyê veguhastina bizîşkî ne
Cîhan 10:00 AM - 2025-12-03
Ajans
Xeze
Berpirsekî Rêxistina Pizîşkên Bêsînor bang li welatan kir ku
deriyên xwe ji bo deh hezaran xelkê Xezayê ku hewcedarê bipişkinîna pizîşkî ne
vekin, û hişyarî da ku bi sedan kes li benda wê mirine.
Hanî Îslîm, ku veguhastina nexweşan ji Xezayê bo rêxistinê hevrêz
dike, got ku hejmara nexweşên ku heta niha ji hêla welatan ve hatine qebûlkirin
"tenê dilopek di deryayê de ye."
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê texmîn dike ku ji destpêka
şer ve zêdetirî 8,000 nexweş ji Xezayê hatine veguhastin, di heman demê de
zêdetirî 16,500 hîn jî li derveyî axa Filistînê hewceyê dermankirinê ne.
Îslîm, piştî ku zarokên bi giranî nexweş ji Xezayê ji bo
dermankirinê birin Swîsreyê, li baregeha rêxistinê li Cinêfê axivî û got ku ev
hejmar tenê yên nexweşên ku xwe tomar kirine ye û ku hejmara rastîn pir zêdetir
e.
Wî zêde kir: "Texmîna me ev e ku hejmar sê heta çar
caran zêdetir e.
Heta niha, zêdetirî 30 welatan nexweşên ji Xezayê qebûl
kirine, lê tenê çend welatan bi rastî ev kirine. Li Ewropayê, Îtalyayê zêdetirî
200 nexweş wergirtine, lê welatên mezin ên wekî Fransa û Almanya heta niha tu
nexweş negirtine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

