Bavê kuştiyê li gundê Lacanê:Divê kujerê kurê me radestî yasayê bê kirin
Kurdistan 03:13 PM - 2025-11-30
PUKMEDIA
Kongreya Rojnamevaniya bavê kuştiyê li gundê Lacanê
Bavê kuştiyê li gundê Lajanê di kongreya rojnamevaniyê
de gilî û gazinan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û dibêje: Eger ew neyên
ser xetê û xwîna kurê me berbat bibe, emê wekî eşîr riya xwe bigirin û belgeyên
vîdyoyî yên kuştî li cem me hene.
Îro Yekşem rêkefta 30-12-2025 an bavê kesê ku li
gundê Lacanê miriye îro di kongreya rojnamevaniyê de ragihand ku, em eşîra Berzencî
ne û eşîreke mezin in,eger hikûmet mafên kurê me ji destê me dernexe, emê riya
xwe bi xwe bişopînin û kujerê kurê min diyar e û du vîdyoyên wî bi belge li cem
me hene hene ku dema ew tên bi Doçka gulebarankirin.
Her weha got: Kurê min ne terorîst bû û ne jî
xwepêşander bû,kesekî ferman da ku ew bê gulebarankirin û wan ew gulebaran kir,ez
çûm cem bijîşkê dadwerî û termê wî wergirtim ku guleyek Doçka li çavê wî
ketibû, ji pişta serê wî derketibû.
Navbirî got: Em hemû raportên ku dibêjin
kesê mirî Turk yan Sûrî ye red dikin,navê kurê min Îrfan e û ji eşîra Berzence ye,
ew zewicî ye û zarokekî wî yê du mehî heye.
Hevdem gazinde ji hikûmetê jî kir û got: Em ji
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin ku were ser xetê û xwîna kurê me neçe ber
avê, me gazinde ji hikûmetê kir û heya niha çi nûnerekî jî sersaxî nedaye me.
Duh Şemî rêkefta ( 29-11-2025) an li gundê Lacanê ku li ser riya di
navbera Hewlêr-Giwêrê de ye, xelkê xwecihî li ber kompaniya Lanazê
xwepêşandanek li dar xist, hêzên ewlekariya Hewlêrê bi çekan rû bi rûyê wan bûn û di encamê deciwan
hat kuştin û zêdetirî 10 kesan jî birîndar bûn û hejmarek ciwan ji aliyê
Leşkerên Gulan ve hatin desteserkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

