Qubad Talebanî: Êrîşa li ser zeviya gazê ya Kormor sûcekî mezin ê terorîstî ye

Kurdistan 11:25 AM - 2025-11-27
Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr PUKMEDIA

Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr

Qubad Talebanî Kêlgeha Kormor

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştî êrîşa li ser zeviya gaza Kormor û rawestandina hilberîna gazê daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:

Êrîşa li ser zeviya gaza Kormor sûcekî terorîstî yê mezine ku jiyana rojane û debara welatiyan û binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê û Îraqê armanc digire.
Dubarekirina êrîşên bi vî rengî li dijî binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê pêşveçûnek metirsîdare ku hewceyê gavên raste.

Erka hikûmeta federal e ku di zûtirîn dem de sûcdarên vê sûc û yên li pişt wan ji raya giştî re ragihîne û piştrast bike ku ew bi cezayên qanûnî û hesabpirsînê yên pêwîst re rû bi rû dimînin. Em her wiha tekez dikin ku berdewamiya êrîşên bi vî rengî ji hêla kom û hêzên ku li derveyî çarçoveya dewletê tevdigerin nayê qebûlkirin û dibe sedema bê aramiya siyasî û ewlehiyê. Ji ber vê yekê, erkê hikûmeta Îraqê ya bê ye ku dawî li vê rewşê bîne û hemî kom û hêzên çekdar ên ku li derveyî çarçoveya dewletê tevdigerin ceza bike.

Qubad Talebanî
Cîgirê serok wezîrê Herêma Kurdistanê

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket