Operasyonên Hevbeş: Êrîşkerên ser zeviya Kormor wê werin cezakirin
Kurdistan 09:26 AM - 2025-11-27
Ajans
Zeviya Kormorê
Fermandariya Operasyonên Hevbeş roja Pêncşemê piştrast kir
ku kesên li pişt êrîşên li ser zeviya gazê ya Kormor li Parêzgeha Silêmaniyê dê
werin cezakirin.
Di daxuyaniyekê de, Fermandariya Operasyonên Hevbeş got,
"Roja Çarşemê demjimêr 23:30an de, zeviya gazê ya Kormor li Parêzgeha
Silêmaniyê rastî êrîşekê hat, ku di encamê de yek ji depoyên sereke yên zeviyê şewitî
bêyî ku ti qurbanî hebin. Ev êrîş gefê li berjewendiyên Îraqiyan dixe û
kiryareke terorîstî ya cidî ye ku armanc dike astengkirin û derengxistina
hewldanên ji bo avakirina ewlehî û aramiya aborî.
Daxuyaniyê zêde kir, "Ev êrîş bandorên neyînî li ser
tora elektrîkê jî dike, nemaze li parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê, û zirarê dide
sîstema enerjiyê yên welêt. Her wiha destnîşan kir ku "kesên li pişt van
êrîşan dê werin cezakirin, û tedbîrên qanûnî yên biryardar dê li dijî kesên ku
di vê kiryara xayîn û tirsonek de beşdar in werin girtin." Wezaretên
Çavkaniyên Xwezayî û Elektrîkê yên Herêma Kurdistanê piştî êrîşeke dronî li ser
zeviya gazê ya Kormorê ragihandin ku dayîna gazê ji wêstgehên peydakirina elektrîkê
re bi tevahî hatiye rawestandin.
Di daxuyaniyek hevbeş a her du wezaretan de wiha hat gotin: Hikûmeta
Herêma Kurdistanê piştî êrîşa dronî li ser zeviya Kormor, hinardekirina gazê bo
wêstgehên elektrîkê yên li herêmê rawestand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "tîmên ji Wezaretên
Çavkaniyên Xwezayî û Elektrîkê niha bi Dana Gas re di têkiliyê de ne da ku
bûyerê lêkolîn bikin û operasyonên normal vegerînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

