Dahata hefteyekê ya Silêmaniyê zêdeyî 10 Milyar Dînar e

Aborî 09:42 AM - 2025-11-21
şefafiyet PUKMEDIA

şefafiyet

Platformî Şefafiyetê

Dahata yek hefe ya Silêmaniyê ji rojja 15/11/2025 an heta 21/11/2025an, bi qasî 10 milyar û 590 milyon û 747 hezar û 829 dînar bû.

Malpera şefafiyet ya ji bo çavdêrîkirin û rêxistinkirina dahatên ne neftê ya Silêmanî, Helebce û her du rêveberiyên Raperîn û Germiyanê dahata heftane ragihand ku , 10 milyar û 590 milyon û 757 hezar û 829 dînar bû, bi awayekî 82% ji dahatê bi awayê next e û  18% bi awayê çek e.

Di 15-12-2022an de, piştî 30 salan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serpereştiya birêz Qubad Talebanî bû xwediyê projeya şefafiyeta dahat û xerciyan.

Niha hûn dikarin rojane hemû dahatên Silêmanî, Helebce û her du rêveberiyên xweser ên Germiyan û Raperînê yên ji ne neftê ji malpera şefafiyetê bizanibin. Li gor nuhtirîn amarên malpera Şefafiyetê www.shafafiat.com biryare hemû rojê dahatên wan şûnan her roj bên weşandin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike