Sekreterê Encumena Wezîran: Herêma Kurdistanê 71% mûçeyan peyda dike
Kurdistan 01:24 PM - 2025-11-19
PUKMEDIA
Sekreterê Encumena Wezîran Dr.Amanj Rehîm
Sekreterê Encumena Wezîran got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê
dê 71% lêçûnên mûçeyên mehane bi dahata xwe peyda bike, li gorî vê yekê, lêçûna
mûçeyên mehane ya Herêma Kurdistanê li ser hikûmeta federal 29 %.
Sekreterê Encumena Wezîran Dr.Amanj Rehîm got: Piştî
bicîhanîna peymana sêalî ya hinardekirina petrolê, Herêma Kurdistanê niha
mehane 665 milyar dînar bi pereyê nexd dide hesabê Wezareta Darayî ya Federal. Bi
vê awayê Herêm bi dahata xwe bi rêjeya 71% lêçûna mûçeyên mehane peyda dike.
Got jî: Li gorî daxuyaniya dawî ya Rêveberê Giştî yê Petrolê
Bakur, SOMO dê rojane 200,000 bermîl petrol bifroşe. Dahata mehane ya nextî ji
firotina vê mîqdara petrolê (bi bihayê îro yê petrola Brênt 64.79$) (545
milyar) dînar e û hemû dahat diçe Wezareta Darayî ya Federal.
Herwiha, wî got ku mehane 120 milyar dînarên din wekî para
xezîneya federal ji dahatên ne-petrolê bi pereyê next dê ji bo hesabê Wezareta
Darayî ya Îraqê werin veguhestin, di demekê de ku xerca mûçeyên mehane yê Herêmê
li ser wezareta darayî yê federal 945 milyar dînare û jê derxistina dahata petrol
û ne petrol herêmê nû nexta mehane diçe ser hesabê darayiya federal ji gîştiya
lêçûna mûçeya Herêmê. Di encamê de, lêçûna mehane ya mûçeya Herêma Kurdistanê
li ser hikûmeta federal niha tenê (280 milyar) dînar hewce dike, ku ev jî bi
rêjeyeke 29% mûçeya mehane ye.
Di vê navberê de, Sekreterê Encumena Wezîran Amanc Rehîm di têbîniyekê
de eşkire kir, her çend di sîstema zimêryarî hikûmî de bi ciya xerc li dahatên
jimêryarî tê kirin, lêbelê, heke em lêçûna hilberîn û veguhastinê ku 16 dolar
ji bo her bermîlê ye hesab bikin, wê hingê lêçûna mehane ya mûçeya herêmê tevî
lêçûna petrolê tenê bi qasî 400 milyare li ser hikûmeta federal, ku dike 40%
mûçeya mehane ye, di heman demê de herêm bi xwe 60% mûçeya xwe ji dahata xwe ya
next peyda dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

