Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11
PUKMEDIA
Serokê Komîsyona Hilbijartinên Îraqê li navenda dengdanê ya Herêma Kurdistanê, Neberd Omer
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê roja
Sêşemê ragihand ku di dema hilbijartinên giştî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de
27 amêrên dengdanê rastî pirsgirêkên teknîkî hatine û paşê hatin çareserkirin,
û got: Dengdan heta demjimêr 6 êvarê wê berdewam bike.
Serokê Komîsyona Hilbijartinên Îraqê li navenda dengdanê ya
Herêma Kurdistanê, Neberd Omer, got ku hejmara navendên dengdanê li Herêma
Kurdistanê 1,312 ku ji 5,599 wêstgeh pêk tê.
Amaje bi wê jî kir ku ji destpêka pêvajoya hilbijartinê di demjimêr
7:00ê sibê de, 27 makîneyên dengdanê rastî pirsgirêkên teknîkî hatine, lê tîmên
teknîkî karîn wan zû çareser bikin.
Neberd Omer got ku niha pêvajoya dengdanê li seranserê Îraq û Herêma
Kurdistanê bi awayekî normal û rêkûpêk berdewam dike, dengdan dê heta 6:00
êvarê berdewam bike, piştî bidawîbûnê, dane û agahî bi rêya amêrên taybet ji
Bexdadê re têne şandin.
Heşt hezar û 703 navendên dengdanê, ku 39 hezar û 285 wêstgehên
dengdanê ne, roja Sêşemê demjimêr 7:00 sibehê ji bo dengdêrên li IÎaq û Herêma
Kurdistanê vebûn. 21 milyon û 404 hezar û 291 kes kartên dengdanê wergirtine û
dikarin biçin wêstgehan û beşdarî proseya dengdanê bibin ji wê hejmarê, 3
milyon û 68 hezar û 411 dengdêr li Herêma Kurdistanê ne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

