Girîngiya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge hat gotûbêjkirin
Kurdistan 04:48 PM - 2025-11-04
Ragihandina Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê
Cîgirê Serok û Şêwirmendê Leşkerî yê Amerîka
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa pêşwazî
li Şêwirmendê Leşkerî yê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li
Îraq û Herêma Kurdistanê, Kolonel Matthew Schropner kir.
Di civînê de peywendiyên Amerîka bi Îraq û Herêma Kurdistanê re,
pêşketinên dawî û rewşa ewlehiyê ya li herêmê, gefên DAIŞê li ser herêmê û alîkariya
leşkerî ya hevpeymanan ji bo Pêşmerge û çend mijarên girîng yên hevpar hatin gotşbêjkirin.
Herdu aliyan tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya hevkariya hevbeş ji bo
şerê li dijî terorîzmê û metirsiyên DAIŞê li herêmê kirin, û her wiha girîngî
dan pêvajoya çaksazîyê û yekbûna hêzên Pêşmerge.
Pêwendiyên Hewlêr-Bexda û pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera wan de
mijareke din ya civînê bû, ku têde berdewamiya danûstandinan ji bo
çareserkirina pirsgirêkan ji nû ve hate piştrastkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

