Mekteba Siyasî pîrozbahiyê li rojnamevanên Mekteba Ragihandin û Hişyarî dike
Kurdistan 11:39 AM - 2025-11-01
PUKMEDIA
Logoyê YNKê
Mekteba Siyasî ya
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi boneya Salvegera Jubîleya Zêrîn ya
medyayê peyamek pîrozbahiyê ji rojnamevan û medyakarên kenalên mekteba
ragihandin û hişyarê yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dike û ragihand
ku, medyaya YNKê di vî warî de
pêşengî tomar kiriye û di nav wergirên Kurdistanê de bûye mînakek ji rastgoyî û
baweriyeke xurt di heman demê de, kenalên medyayê yên YNKê gelek rojnamevan û medyakar
perwerde kirine ku niha li saziyên navdar ên Kurdistan û Îraqê kar dikin.
Naveroka Peyamê:
Hevalên rojnamevan
û medyakarên Mekteba Ragihandin û Hişyarî
Bi boneya Yubîleya
Zêrîn ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), em bi germî we pîroz dikin û
serkeftinên berdewam ji bo we dixwazin.
Karwana medyayî ya YNKê her ji destpêka damezerandina xwe ve
ji bo nasnameya YNKê wekî rêxistineke siyasî û gihandina deng û armancên wê
hatiye veqetandin, di rojek wek îro de sala 1975an, govara
mehane ya (El-Şerare) û paşê jî Govara (Riya
Nû) derxist, ji wê demê ve,
kanalên wê di hemû qonaxan de bûne mînakek ji bo rastgoyî û medyayî û di nava
xwendevan, guhdarvanan û temaşevanên Kurdistanê de baweriyek xurt ava kirine.
Piştî serhildanê, medyaya YNKê digel guhertinên nû gav bi
gav çû û destpêşxeriya weşandina yekem rojnameya rojane ya berdewam û
damezrandina yekem kanala televîzyonê ku bi rastî daxwazên temaşevanên Kurd
tîne ziman, girt ser xwe ku bi vê yekê medyaya YNKê pêşengî di vê warî de tomar
kiriye.
Berî damezrandina beşên rojnamegerî û medyayê li zanîngeh û
peymangehên Kurdistanê, kanalên medyayê yên YNKê gelek rojnamevan û medyakar
perwerde kirin ku niha di saziyên navdar yên Kurdistan û Îraqê de kar dikin.
Îro jî,ev salveger hevdem e digel bangeşya Hilbijartina Parlemana
Îraqê, di vê erkê de, kenalên Burda Medyayê ya YNKê bi hestek berpirsiyariyê ya
herî bilind û pabendbûna bi prensîbên exlaqa rojnamegeriyê re kar dikin ku kar
li ser veguhestina peyam û bernameya Lîsta 222 ya Yekîtiya Nîştimanî ya
Kurdistanê (YNK) dikin, û ji her arasteyek şaş xwe dûr girtiye, ku ev yek
nîşaneyek din e ku hêvî bi gelê Kurdistanê bexşiye.
Careke din di vê salvegerê de em hêviya serkeftinên berdewam
ji bo rojnamevan û medyakarên YNKê yên di hemû kenalên medyayê de dixwazin.
Mekteba Siyasî
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

