Karnameya Lîsta 222 ya YNKê ji bo kerta perwerde û xwendina bilind

Kurdistan 10:32 AM - 2025-10-31
Lîsta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Jimare 222 PUKMEDIA

Lîsta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Jimare 222

Lîsta 222 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Hilbijartin

Sîstema perwerde, xwendina bilind û perwerde stûnên sereke yên avakirina welêt in. Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê wek partiyek pêşverû û nûjen e ku baweriya xwe bi sîstemek perwerde ya modern û pêşkeftina domdar tine, di van kertan de ji bo paşerojeke geş ji bo kurên me, bi armanca baştirkirina asta perwerdeyê li Herêma Kurdistanê û li seranserê Îraqê, bi awayekî ku lihevhatî be bi pêdiviyên bazara kar û teknolojiya nûjen re,ji bo vê armancê, YNKê:

1-Ji bo zêdekirina para Herêma Kurdistanê ya ji bo perwerdeyê di budceya federal de kar dike,da ku mûçeyên mamosteyan, nûjenkirina xwendingehan û pêdiviyên perwerdeyê misoger bike.

2-YNKê piştgiriyê dide nûkirina bernameyên xwendinê li ser asta Îraqê, bi tekezî li ser ramana rexnegir, teknolojiyê, û pêşxistina kapasîteya zanistî, û misogerkirina derfetên perwerdehiyê yên wekhev li seranserê Îraqê, nemaze li herêmên kêmdahat û yên deverên veqetandî.

3- YNKê tekezî li ser xweseriya zanîngehan, pêşxistina lêkolînên zanistî û girêdana xwendina bilind bi pêdiviyên bazara kar dike.

4- YNKê hewl dide ku di çarçoveya destûrê de perwerdehiya bi zimanê dayiçîkê ji bo pêkhateyên etnîkî (wek Kurd, Turkmen, Suryan) biparêze û pêş bixe.

5- Her wiha ew ê pêşî li hemû egerên ku dibin sedema derengketina zanistê an jî destwerdana li zanîngeh û kolejan ku li derveyî rêbernameyan in bigire.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket