Şêx Cefer û Rifet Ebdulah: Girîng e gelek namzetên YNKê biçin Bexdayê
Kurdistan 05:24 PM - 2025-10-29
Ragihandina Civata Bilind
Civîna digel parêzerên sinorê parêzgeha Silêmaniyê
Îro Çarşem rêkefta ( 29-10-2025) an, Şêx Cafer Şêx Mistefa, Berpirsê
Civata Parastina Berjewendiyên Bilind ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), li avahiya civatê, digel Rifat Ebdulah, Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê (YNK), li parêzgeha Silêmaniyê pêşwazî li hejmareke mezin ji
parêzeran kir.
Di civînê de ku Cotyar
Nûrî jî beşdar bû, Berpirsê Civatê ji amadevanan re got; Hûn komeke parêzer û
çalakvanên ciwan in ku di civakê de xwedî cihekî baş in û ji aliyê gel ve tên
guhdarîkirin ji ber vê yekê, ji bilî erkên xwe yên yasayî, divê hûn şiyanên xwe
ji bo serkeftina bernameyên YNKê û Lîsta 222 terxan bikin.
Di civînê de, wî ji
wan re behsa dîroka serbilind a YNKê kir, ka çawa di demek tarî ya tijî bê hêvîtiyê
de hêvî ji gelê Kurdistanê re anî û gel bi xwînê parast û di qonaxên piştre de,
wî gel ji bela terorîzm û terorîstan parast û zêdetirî 27 hezar şehîd da axa
pîroz ya Kurdistanê.
Derbarê pêşketinên
dawî yên têkildarî pêvajoya hilbijartinê de, Şêx Cefer got: Me lîsteyek paqij û
hêja heye ku "222" e û ji baştirîn kurên gelê me pêk tê ji ber vê
yekê, divê em hemî bi cidî kar bikin daku ev lîste bibe serkeftinek da ku
piştgirîya armancên neteweya me li ser asta Îraqê bike.
Piştre, heval Rifet Ebdulah, Cîgirê Serokê YNKê, di gotarekê
de got ku niha YNK li Bexdayê xwedî pêgehek bihêz e û partiyên Îraqî û Kurd vê pêgehê
li ber çavan digirin û heta Serokwezîrê Îraqê jî spasiya serokê YNKê kir, ji ber vê yekê, divê em hemû hewlekê bidin ku bi qasî ku pêkan e
namzetan bişînin Bexdayê, li wir em dikarin li ser derxistina yasayên ku di
berjewendiya neteweya me de ne kar bikin.
Di heman civînê de, Telar Letîf, Berpirsa Navenda Yasayî ya YNKê
gotarek pêşkêş kir û têde behsa rola girîng ya parêzeran di piştgiriya namzetên
Lîsta 222 ya YNKê de kir û pesna wan da.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

