Qubad Talebanî: YNKê û serokê wê xwedanê sozên xwe ne
Kurdistan 05:06 PM - 2025-10-29
Nivîsgeha Rojnamevaniya ya Qubad Talebanî
Qubad Talebanî, Serpereştê Bazineya Hewlêr ya Lîsta 222 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Qubad Talebanî ragihand ku YNKê û serokê wê xwedanê sozên
xwe ne û li Bexdayê, emê sozên wî bicîh bînin û ji gel re piştrast bikin ku ewê
ji dengdana xwe ya ji bo Yekîtî ya niha poşman nebin.
Qubad Talebanî, Serpereştê Bazineya Hewlêr ya Lîsta 222 ya
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo Hilbijartina Civata Nûneran ya Îraqê di
civîna digel hevalên bazineyên Çoman û Hacî Umran ragihand ku, YNKê û serokê wê
xwedanê sozên xwe ne û ewê çi soz bidin bicîh bînin û me soz da ku emê ji bo
naskirina parêzgeha Helebçeyê ji aliyê Bexdayê ve kar bikin û me ew kir, me soz
da ku emê nehêlin Hilbijartina parlemana Kurdistanê li gorî yasaya kevin bên
lidarxistin, û me jî kir,me soz da ku emê ji bo Kerkûkê parêzgarekî Kurd yê
xizmetkar destnîşan bikin û me jî kir,me soz da ku em ê hevsengiya hêzê
vegerînin û me ew jî kir. Me soz da ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêyî
şirîkatiyek rastîn û bêyî ku misoger bike ku ew hikûmetek dadperwer û
xizmetguzar be, nayê damezrandin, heya niha em li ser soza xwe mane.
Her wiha tekez kir ku, hemû dengên xwepêşanderan di rastiyê
de dengên resen ên YNKê ne, ji ber vê yekê ez ji we dixwazim ku di vê heyamê de
yek bi yek bi xwepêşanderan re têkilî daynin û baweriyê bidin wan ku YNKê xwedanê
sozên xwe ye,û em piştrast dikin ku, YNKê sozên xwe li Bexdayê bicîh tine û wan
piştrast bike ku ewê rojekê ji dengdana xwe ya ji bo yekîtiya heyî poşman
nebin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

