Qubad Talebanî: YNK dixwaze pirsgirêkên li Bexda çareser bike
Kurdistan 08:34 PM - 2025-10-28
Ragihandina Qubad Talebanî
Qubad Talebanî, Serpereştê Bazineya Hewlêrê ya Lîsta 222 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Qubad Talebanî, Serpereştê Bazineya Hewlêrê ya lîsta 222 ya
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo Gera Îeşemîn ya Hilbijartina Civat
Nûneran ya Îraqê, di civîna digel hevalên bazineyên Soran, Diyane û Balakiyan de ragihand ku, YNKê ew hêz e ku hem dikare û
hem jî dixwaze pirsgirêkên li Bexdayê çareser bike.
Qubad Talebanî ragihand ku gelek kes û partî dikarin bi
hêsanî li ser pirsgirêkên gel biaxivin, ji ber ku pirsgirêk û daxwazên gel
diyar in, lê hemû kes û alî şiyan û
hêza xwe ya pêwîst nîne ku çare bikin, YNKê ew hêz e ku hem dikare û hem jî
dixwaze pirsgirêkên li Bexdayê çareser bike.
Her weha amaje bi wê yekê kir ku dabeşbûna dengên xelkê ne
razî û beşdarîkirina wan di hilbijartinan de di berjewendiya partiya ku sedem û
çavkaniya pirsgirêkan e de ye, ji
ber vê yekê, divê hevalên me hemû hêza xwe bikar bînin daku bi qasî ku pêkan e xelkê
ne razî teşwîq bikin ku dengê xwe bidin YNKê, ji ber ku soz û biryara YNKê ew e
ku dê bibe hêza xelkê ne razî yê Kurdistanê li Bexda û Kurdistanê.
Qubad Talebanî tekez kir ku navçeya Soran melbendek pir
girîng ji bo YNKê, ji ber ku ew cihê hevdîtin û tevlihevkirina gelek ziman û
çandên bedew yên Kurdistanê ye, her wiha diyar e ku herêma Balakaity ji bo YNKê
herêmeke herdem Kesk e, ku xelkê wê ji hingiv şîrîntir in, û YNKê û Balekiyan
wê di nav hev de ne û dişibin hev, û tu yek ji wan qet nayê bindestkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

