Qubad Talebanî: YNK e ya bihêz tê wateya Kurdistaneke bihêz û aram
Kurdistan 02:33 PM - 2025-10-28
Ragihandina Qubad Talebanî
Qubad Talebanî Serpereştyarê Bazineya Hilbijartinê ya Hewlêrê ya Lîsta 222 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Qubad Talebanî, Serpereştyarê Bazineya Hewlêr ya Lîsta
222 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo Gera Şeşemîn ya Hilbijartina
Civata Nûneran ya Îraqê, bi amadebûna Feysel Kerîm Xan li Sîdekan di
hevdîtinekê de bi xizm û hevalên Biradost re ragihand ku, ev YNKê ewqas
bihêz e ku nahêle heval û gelê wê bê xiyanetkirin,ji ber vê yekê, YNKê ya bihêz
tê wateya Kurdistaneke bihêz.
Qubad Talebanî, di civînê de ragihand ku eşîra Biradost
mîna gelek eşîrên din di parastina axa Kurdistanê û nasnameya me ya Kurd de
roleke mezin lîstine.
Her weha tekez kir ku neviyên Xanî Lepê Zêrîn û qehremanên
Kela Dimdimê semboleke mezin ya wêrekiya Kurd in û her tim îspat kirine ku ew
dimirin lê serê xwe natewînin.
Serperiştê Bazineya
Hewlêr ya Lîsta 222 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) got: Min peywendiya
dîrokî ya di navbera Serok Mam Celal û Mîrê Mîran Kerîm Xan yê Biradostê de bi
bîr xist ku çawa ev peywendiya xurt di roja yekem ya şoreşa nû ya gelê me de
hate damezrandin û heta roja îro jî berdewam e.
Qubad Talebanî
tekez kir ku YNKê di sala 2025an de ji YNKê berî deh salan pir cudatir e, ev YNKê
ewqas bihêz e ku rê nade xiyanetkirina hevalên xwe û girseyan û her ku dengê
gel xurttir be, ew qas çêtir û bi bandortir dibe ku mirov li dijî ne heqiyê
bisekine.
Di dawiyê de, wî
ji wan xwest ku xelkê hatiye xapandin YNKê nas bikin û dengên zêdetir ji bo YNKê
berhev bikin, ji ber ku YNK e ya bihêz tê wateya Kurdistaneke bihêz û aram.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

