Qubad Talebanî: YNK ji bo vegerandina aramiya darayî dixebite
Kurdistan 01:48 PM - 2025-10-26
PUKMEDIA
Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr
Qubad Talebanî, serpereştê kampîna hilbijartinê ya Lîsteya
222 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parêzgeha Hewlêrê, piştrast kir ku
YNK ji bo vegerandina aramiya darayî li bazarên Herêma Kurdistanê dixebite.
Di gotarekê de ku di dema du lihevkombûneke hilbijartinê yên
li Parêzgeha Hewlêrê de ji bo piştgiriya Lîsteya 222 hate kirin Qubad Talebanî
got: Duh, Serok Bafil Celal Talebanî li bajarê Koyê got ku YNK bi 18 kursiyên
xwe yên di Encûmena Nûneran de, xwedî bandor û pêgehe ji hemî partiyên din
xurttir e. Niha, heke hejmara kursiyên wê di hilbijartinên pêş de zêde bibe, ew
ê çiqas hewl bide ku pirsgirêkan çareser bike?
Wî zêde kir: Divê xelkê Hewlêrê cih û pêgeha YNK di
hilbijartinên pêş de xurt bike, ji ber ku ew tenê partî ye ku dikare
pirsgirêkên li Bexdayê çareser bike, Dayîn û nedayîna mûçeyan, nebûna budçeyê û
bê aramiya darayî ya ku Herêma Kurdistanê çend sal in dikşîne, ne tenê zirar
daye karmendan, lê di heman demê de zirarê daye hemî karsaz, pispor, bazar û
beşên din ên civakê jî. Divê welatî ji xwe bipirsin ka kê ev bê aramiya darayî
çêkiriye û kîjan partî bi rêya rêkeftinekê bi Bexdadê re hemû hewlên xwe dide ku
aramiyê vegerîne.
Qubad Talabanî got: Serkeftina YNKê di hilbijartinan de dê
bibe alîkar ku aramiya darayî ya bazarên Herêma Kurdistanê vegere, ji ber ku
stratejiya YNKê çareserkirina pirsgirêkên mûçe û budçeyê ye û ew ê nehêle ku
welatî ji vê bêtir bedela şaştiyên siyasî yên ti partiyek din bidin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

