Bi amadebûna Serok Bafil, karnavaleke giştî ji bo lîsteya 222an li Koyê tê lidarxisti
Kurdistan 04:14 PM - 2025-10-24
PUKMEDIA
Serok Bafil Celal Talebanî
Bi amadebûna Birêz Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê, biryar e ku siba Şemiyê 25ê Cotmeha 2025an, li bajarê
Koyê karnavaleke giştî ji bo danasîna namzedên lîsteya 222an a YNKê were
lidarxistin.
Kerwan Geznayî berdevkê YNKê, ji PUKMEDIA re got: Li bajarê
Koyê karnavaleke giştî ji bo danasîna namzedên lîsteya 222an a YNKê, bi
beşdarbûna Serok Bafil Celal Talebanî, tê lidarxistin.
Berdevk rave kir ku "Serok Bafil dê di dema karnavalê
de gotarekê pêşkêş bike, û destnîşan kir ku karnaval dê demjimêr 14:00an de li
Hola Sporê ya Newzad Mihemed dest pê bike.
Yekîtiya Niştimanî di hilbijartinên parlementoya Îraqê yên
2025an de, ku ji bo 11ê Mijdarê hatine plankirin, li parêzgehên Hewlêr,
Silêmanî (di nav de Helebçe), Duhok, Kerkûk û Diyalayê, bi lîsteyek serbixwe ya
bi jimareya (222) beşdar dibe. Li Parêzgeha Nînewa ew bi lîsteya hevpeymaniya
Yekîtiya Gelê Nînewa bi jimareya 281, û li Parêzgeha Selahedîn, ew bi namzetek
li ser lîsteya hevpeymaniya Girseyên Neteweyî, bi jimareya 240 beşdar dibe.
YNK di hilbijartinên pêş de bi 156 namzedan beşdar dibe,
wiha ne: Silêmanî 36 namzed, Hewlêr 30 namzet, Duhok 5 namzed, Kerkûk 24 namzed,
Diyalayê 28 namzed, Nînewa 31 namzed di nav hevpeymaniya Yekîtiya Gelê Nînewa
de, û li Selahedîn û Bexdayê jî namzedek.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

