Panoramaya serdana Serok Bafil bo Bexdadê
Kurdistan 12:00 PM - 2025-10-13
PUKMEDIA
Lîsta 222
Bafil Celal Talebanî, serokê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê, bi taybetî
pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê, li Bexdadê ye.
Bafil Celal Talebanî, di 11/10/2025an de gihîşt Bexdadê û bi
serokwezîrê Îraqê Mihemed Şeya Sûdanî û serkirdeyên din ên Îraqî re civiya da
ku li ser pirsgirêkên heyî yên têkildarî Herêma Kurdistanê gotûbêj bike.
Bi hewldanên serok Bafi ti mûçe winda nabin
Hewldanên Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimaniya
Kurdistanê, ji bo peydakirina mûçeyên karmendan û hemû deynên wan ên darayî
berdewam dikin.
Dr. Nermîn Merûf endama Komîteya Darayî ya Parlamentoyê, ji PUKMEDIA re got:
Fireksiyona YNKê her tim ji bo peydakirina mûçeyên karmendan xebitiye û her
berdewam e. Serdana Serok Bafil ya paytext Bexdadê û hevdîtinên wî bi serokên
partiyên siyasî re pir girîng in, ji ber ku ew endezyarê peymana petrolê ya di
navbera herêmê û Bexdayê de, ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê û
dayîna mûçeyên karmendan ji bo çend mehan e.
Her weha serok Bafil Celal Talebanî niha li Bexdayê ye da ku mûçeyên karmendan
bi hevkarên xwe yên li parêzgehên din re sererast bike, mûçeyên Tebax û Îlonê
belav bike, mûçeyên mehên mayî yên sala heyî garantî bike û mûçe û deynên
welatiyan ji nekokiyên siyasî dûr bixe.
Peymana ku di navbera Herêmê û Bexdayê de hatiye çêkirin, ku bi saya hewldanên
Serok Bafil hatiye bidestxistin, berdewamiya dayîna mûçeyên karmendan li ser
bingehek mehane destnîşan dike. Divê mûçeyên karmendan heta ku budceya nû ya
sala bê were pejirandin werin şandin.
Got jî: Îsal mûçeyên ti karmendan winda nabin, û mûçeyên mehên mayî yên salê dê
bi tevahî werin şandin ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe
bicîh aniye. Serdana niha ya Serok Bafil Celal Talabanî bo Bexdayê armanc dike
ku piştrast bike ku îsal mûçeyên ti karmendan winda nabin.
Hewldanên Dijwar ji bo çareserkirina pirsgirêkan
Dr. Hêriş Resûl, namzedê jimare 5 li lîsteya 222 ya Yekîtiya
Niştimanî li navçeya hilbijartinê ya Silêmaniyê, ji PUKMEDIA re got: Serdana
Serok Bafil Talebanî bo Bexdadê berdewamiya siyaseta Serokê rihmetî Mam Celal
e, ku roleke girîng li Îraq û Herêmê lîstiye. Hewldan û kiryarên Serok Bafil
Celal Talebanî ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê çavkaniya kêfxweşiyê ne, ji
ber ku ew wî wekî parêzvanê rastîn ê mafên xwe dibînin.
Got jî: YNK dê di hilbijartinên parlementoyê yên pêş de
dirûşmeya 'Em hêza we ne li Bexdadê' hilgire. Ew parêzvanê rastîn ê mafên
destûrî û neteweyî yên gelê Kurdistanê ye, û mûçeyên karmendan pêşîniyek sereke
ye di nav erk de.
Em hêza te ne li Bexdadê
Dr. Ehmed Kerkûkî, namzedê jimare 6 li lîsteya 222 ya
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li navçeya hilbijartinê ya Kerkûkê, ji PUKMEDIA
re got: Serdanên berdewam ên Serok Bafil Celal Talebanî rastî û pêbaweriya
dirûşmeya 'Em hêza te ne li Bexdadê' îspat dikin.
Wî her wiha got: Ev serdan dupat dikin ku Serok Bafil Celal
Talebanî her gav faktorek bi bandor bû û dê her gav bibe di çareserkirina
pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdadê de, û ku YNK tenê hêza ku dikare mafên
welatiyan biparêze ye.
Got jî; Encamên serdanên Serok Bafil yên ji bo Bexdadê hêşt
ku baweriya welatiyan pê zêde bibe û wî wekî parêzvanê rastîn ê mafên xwe
dibînin, her weha tekez kir ku "YNK, Bexdadê wekî navenda xwe ya stratejîk
ji bo çareserkirina pirsgirêkan, peydakirina mûçeyên karmendan û xizmetkirina
gelê Kurdistanê dibîne.
Hevdîtinên Serok Bafil li Bexdadê
Roja Şemiyê, 11ê Cotmehê, Bafil Celal Talebanî, Serokê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo serdanekê gihîşt Bexdadê û di dema
serdanê de bi Mihemed Şeya el-Sudanî, Serokwezîrê Hikûmeta Federal, Dadwer Fayq
Zêdan Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî, Şêx Qeys el-Xezelî Sekreterê Giştî yê
Tevgera Esayb Ehl el-Heq, Nûrî el-Malikî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê,
Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd Serok Komar, Mihemed el-Helbûsî Serokê Hevpeymaniya
Pêşkeftinê, Muhsin el-Mendalewî Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoyê, Musene
el-Sameray, Serokê Hevpeymaniya Ezm, Ebû Kerar el-Firêcî Serokê PartiyaFedîle,
û Hadî el-Amerî,Serokê Hevpeymaniya Fetih re civiya.
Di hevdîtinan de, tekezî li ser pabendbûna bi mercên peymana
petrolê ya di navbera hikûmeta Herêmî û hikûmeta Federal de hate kirin, ji ber
ku Serok Bafil endezyarê herî berbiçav ê vê peymanê ye. Her wiha kar li ser wê
yekê hat kirin ku roja belavkirina mûçeyên karmendên herêmê bi navçeyên din ên Îraqê
re hevdem be û mûçe bi nekokiyên siyasî re neyê tevlîhevkirin. Divê hilbijartin
jî bi awayeke zelal û dadperwer werin lidarxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

