Hemas û Îsraîl ji bo rawestandina şer gihîştin lihevkirinekê
Cîhan 09:17 AM - 2025-10-09
PUKMEDIA
Xeze
Navbeynkarên di danûstandinên nerasterast ên di navbera
Îsraîl û Hemasê de sibeha Pêncşemê ragihandin ku her du alî gihîştine
rêkeftinekê ku dê rê bide agirbestek li Xezeyê.
Wezareta Karên Derve ya Qeterê îro piştrast kir ku di
navbera Îsraîl û Hemasê de li ser hemî bend û mekanîzmayên pêkanîna qonaxa
yekem a peymana agirbestê li Xezeyê, ku dibe sedema bidawîbûna şer, rêkeftinek
hatiye kirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macid El-Ensarî di
postek li ser hesabê xwe yê X de got: "Navbeynkar radigihînin ku îşev li
ser hemî merc û mekanîzmayên pêkanîna qonaxa yekem a peymana agirbestê li Xezeyê
rêkeftinek hatiye kirin.
Got jî: ku ev rêkeftin "dibe sedema rawestandina şer,
berdana girtiyên Îsraîlî û girtiyên Filistînî, û derbaskirina alîkariyan. Wî
destnîşan kir ku hûrguliyên rêkeftinê dê paşê werin ragihandin.
Her çend çavkaniyan piştrast kirin ku îmzekirina fermî ya
rêkeftinê dê îro Pêncşemê pêk were.
Medyaya Îsraîlê ragihand ku danûstandina girtiyan dê roja
Şemî an Yekşemê pêk were. Di heman çarçoveyê de, CNN ragihand ku "tê pêşbînîkirin
ku girtiyên Îsraîlî roja Şemî an Yekşemê werin berdan." Associated Press
li ser zarê çavkaniyên xwe ragihand ku Hemas dê di dawiya hefteyê de hemî bîst
girtiyên zindî berde, di heman demê de hêzên Îsraîlî dê ji piraniya deverên Xezeyê
vekişin.
Ji aliyê xwe ve, berdevkê hikûmeta Îsraîlê ji Reuters re got ku Îsraîl texmîn
dike ku roja Şemiyê dest bi berdana girtiyan bike.û aşkire ne kir ku ka wê hemî
girtiyan ku 48 kesin berdin yan na, lê Trump got girtiyên miorî jî wê di nav de
bin.
Ajansa France-Presse ji zarê rayedarekî Filistînî yê ku bi
danûstandinan re agahdar e got ku peymana ku hatiye kirin destnîşan dike ku Hemas
dê 20 girtiyên zindî di yek komê de berde.
Ajansê ji zarê çavkaniyên Hemasê got di nav 72 demjimêrên ji
bicîhanîna peymanê pevguhartina girtiyan di navbera herdu aliyan de pêk tê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

