Serok Bafil: Emê ji bo parastina mafên Êzidiyan parêzeriyê bikin

Kurdistan 10:14 AM - 2025-10-06
Serok Bafil Talebanî Nivîsgeha rojnamevanî yê serokê YNK

Serok Bafil Talebanî

Êzidî

Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Cejna Cemayê li Êzidiyan pîroz kir.

Naveroka peyamê:
Bi boneya hatina Cejna Cemayê, ez bi germî pîrozbahiyê li xwişk û birayên Êzidî dikim û hêvî dikim ku ew vê cejnê di aramî û bextewariyê de derbas bikin.

Wekî ku em tim dibêjin, em ê di piştgirî û parastina mafên Êzidiyan de berdewam bin, rewşa Şingalê baştir bikin û penaberan vegerînin warên wan yên resen.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dê her gav bi we re be û xizmeta we erkê xwe dibîne.
Her di cejin û xweşiyê de bin

Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike