Konferansa Zanistî ya Navneteweyî ya Serok Mam Celal birêve diçe
Kurdistan 09:48 AM - 2025-10-02
PUKMEDIA
konferansek zanistî ya navneteweyî li ser Serok Celal Talabanî
Bi boneya salvegera heştemîn a koça dawî ya rêberê gelê me Serok Mam Celal,
Zanîngeha Silêmanî bi hevkariya Dezgeha Serok Celal Talabanî, konferansek
zanistî ya navneteweyî li ser Serok Celal Talabanî li dar dixe.
Di roja yekem a konferansê de, piştî nîvroya 3ê Cotmeha(Tişrîna
Yekem) 2025an, li hola kongreyê ya serokatiya zanîngeha Silêmanî merasîmek
taybet dê were lidarxistin. Di roja duyemîn a konferansê de dê çend panel werin
pêşkêş kirin. 20 lêkolînerên zanistî li ser ramana siyasî ya Serok Mam Celal û
rol û bandora wî di pêvajoya aştiyê, azadiya ramanê, mafên mirovan û xurtkirina
pêvajoya demokratîk li Îraqê piştî 2003an de hebûn, her weha hewlên bo aramî û
pêkvejiyan û parastina mafên pêkhateyan li bajarê Kerkûkê pêşkêş dikin.
Hêjayî gotinê ye ku heftemîn pêşangeha navneteweyî ya
pirtûkan dê di 3ê Cotmeha 2025an de li Silêmaniyê bi beşdariya pirtûkfiroş û
pirtûkxaneya Zanîngeha Silêmaniyê were vekirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

