Dabeşkirina mûçe dest pê kir
Kurdistan 09:36 AM - 2025-10-02
PUKMEDIA
pere
Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 2/10/2025 dest bi
dabeşkirina mûçeya meha Temozê dike, li gor xişteyê rojê yekşemê 5/10/2025 dawî
li dabeşkirinê tê.
Li gorî bernameya Wezareta Darayî, îro xanenîşên sivîl, xwedî
pêdewîstî taybet, girtiyên siyasî, qurbaniyên êrîşa kîmyewî, malbatên şehîd û Enfalan,
Karûbarên Şehîd enfalkiryan, perwerde, xanenîşên pêşmerge, darayî û aborî, desteya
destpakî, desteya veberhênanê, desteya Jîngehê, dezgeha mîn, navçeyên derveyî
Herêmê, komîsyona bilind a hilbijartinê, buroya çavdêriya darayî û buroya mafên
mirovan mûçeyan distînin.
Di 30ê Îlona 2025an de, 956 milyar û 928 milyon dînar li
hesabê bankayê yê Wezareta Darayî û Aboriyê ya Herêma Kurdistanê li şaxa
Hewlêrê ya Banka Navendî ya Îraqê hatin razandin. Di heman rojê de Wezareta
Darayî ya Herêma Kurdistanê ragihand: ku wan rlkarên şandina dahatên ne-petrolê
bo Iraqê temam kiriye. Û pere xistine ser hejmara banka wezareta darayî ya
hikûmeta Federal li Hewlêrê
Pere li hesabê bankayê yê Wezareta Darayî ya Hikûmeta
Federal li Şaxa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê hatin razandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

