Encûmena Nûneran li ser 11 Piroje û Pêşniyaryasayan deng dide
Îraq 09:13 AM - 2025-10-01
Dezgeha Ragihandina Encûmena Nûneran
Encûmena Nûneran
Biryare ku Encûmena Nûneran îro Çarşemê 1ê Cotmeha 2025an,
civîna xwe ya asayî li dar bixe, ku têde dengdana li ser 11 piroje û pêşniyarên
qanûnê deng tê dandin.
Li gorî rojeva ku ji hêla desgeha medyayê ya Encûmena
Nûneran ve hatiye weşandin û gihîştiya destê PUKMEDIA ku dengdana li ser
pêşniyaryasaya serrastkirina sêyemîn a qanûna qerebû kirina zerarmendan ku ji
ber kiryarên rêjîma berê endamên laşê xwe jidest dane, dengdana li ser
pêşniyara serrastkirina yekem a qanûna Desteya Niştimanî ya Kontrola etomî,
Radyolojîk, Kîmyewî û Biyolojîk, pêşnûmeqanûna rêkxistinkirina enerjiya
nûjenkirî, û pirojeyasaya li ser tenduristiya derûnî" vedihewîne.
Her weha wê dengdan li ser gelek pirojeyasayên din yên girîn
bidin, dengdan li ser pesendkirina
Peymana handan û Parastina Beramberî ya Veberhênanan di navbera Hikûmeta Îraqê
û Siûdî de; dengdana li ser pirojeyasaya tevlîbûna Îraqê ya Peymana Pêşangehên
Navneteweyî ya ku di sala 1928an de li Parîsê hatiye îmzekirin, û bi Protokolên
1948, 1966 û 1972an û guhertinên wan ên 1982 û 1988an ve hatiye temamkirin, rêk
dixe; dengdana li ser pêşnûmeqanûna ku Guhertina Çaremîn a Qanûna Veberhênana
Pîşesaziyê ji bo Sektorên Taybet û Têkel Hejmar (20) a 1998an diguherîne;
dengdana li ser pêşnûmeqanûna ku Guhertina Yekem a Qanûna Parastina Sivîl
Hejmar (44) a 2013an diguherîne; û dengdana li ser pêşnûmeqanûna li ser Mafê
Gihîştina Agahdariyê" vedihewîne.
Dezgeha Medyayê diyar kir ku di rojevê de dê "dengdana
li ser pêşniyara qanûna ku rêxistina sendîka a karker û karmendên hunermend rêk
dixe; dengdana li ser pêşnûme qanûna ku mafên qurbaniyên Nexweşxaneya Ibn
el-Xetîb, qurbaniyên Navenda el-Neqai û qurbaniyên bûyera el-Hemdaniyê rêk
dixe" jî hebe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

