Trump: Rojeke dîrokî ji bo aştiyê û Netanyahu piştgiriyê dide bidawîbûna şerê Xeza
Cîhan 10:45 PM - 2025-09-29
BBC
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Serokê Amerîkayê Donald Trump êvara Duşemê got ku "îro
rojek dîrokî ye ji bo aştiyê", û destnîşan kir ku ew ji wergirtina
"bersiveke erênî" ji Hemasê derbarê plana wî ya bidawîanîna şerê li
Xezeyê de geşbîn e.
Trump di civîna çapemeniyê ya hevbeş de bi Serokwezîrê
Îsraîlê Benjamin Netanyahu re got: Îro rojek dîrokî ye ji bo aştiyê.
Wî zêde kir, Me lihevkirinên girîng bi dest xistine, di nav
de Îran, bazirganî, berfirehkirina Peymanên Birahîm, û ya herî girîng, çawaniya
bidawîanîna şerê li Xezeyê. Ev beşek ji aştiya herheyî li Rojhilata Navîn e.
Wî berdewam kir, "Ez spasiya Netanyahu dikim ji bo
razîbûna wî bi vê planê, ku dê rûpelek nû ya serfiraziyê ji bo herêmê veke. Ez
spasiya pêşniyarên welatên Ereb û Îslamî û hevalbendên Ewropî dikim ji bo
pêşxistina pêşniyara aştiyê.
Wî tekez kir, "Em pir nêzîkî gihîştina rêkeftineke
aştiyê li ser Xezeyê ne. Ger Hemas bi pêşniyarê razî bibe, rehîne dê di nav 72
demjimêran de werin berdan."
Wî tekez kir: Welatên Erebî û Îslamî soz dane ku tavilê Xeza
bêçek bikin û Hemas û hemû rêxistinên din ên terorîst bêçek bikin, û em li ser
van welatan hesab dikin ku bi Hemasê re mijûl bibin. Û ji tiştên ku min
bihîstiye, Hemas jî dixwaze vê yekê bi dest bixe."
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê zêde kir: "Ez
hest dikim ku em ê bersivek erênî ji Hemasê bistînin. Ger ev yek çênebe, Îsraîl
dê ji aliya min ve pitgiriya tevahî bibe.
Got jî: Netanyahu bi tundî li dijî avakirina dewleteke
Filistînî ye, û ez vê yekê fêm dikim. Netanyahu şervanek e, û Îsraîl bi şens e
ku ew heye, lê gel aştiyê dixwaze.
Wî her wiha eşkere kir: "Min li ser Peymanên Birahîm
danûstandin kirin, û plana min dê wan berfireh bike, û dive ku Îranê jî bigre,
Tevlîbûna Îranê dê pir baş be."
Ji aliyê xwe ve, Netanyahu diyar kir: "Niha, em gaveke
girîng ber bi bidawîanîna şerê li Xezeyê û danîna bingeha aştiyê li Rojhilata
Navîn davêjin."
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
piştgiriya xwe ji bo plana 20 xalî ya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
Donald Trump ji bo bidawîanîna şerê li Xezeyê ragihand.
Wî got: "Ez piştgiriyê didim plana we ya bidawîanîna
şerê li Xezeyê, ku armancên me yên leşkerî pêk tîne. Ew ê hemî girtiyên Îsraîlê
vegerîne, şiyanên leşkerî yên Hemasê ji holê rake, desthilatdariya wê ya siyasî
biqedîne, û piştrast bike ku Xeze careke din ji bo Îsraîlê gefê çênake."
Serokwezîrê Îsraîlê zelal kir ku ew qebûl dike
ku şerê li Xezeyê bi awayekî ku armancên Tel Avîvê bi dest bixe bi dawî bibe, û
her wiha got ku plana serokê Amerîkayê "lihevhatî ye bi prensîbên Îsraîlê
yên ji bo bidawîanîna şer" li Xezeyê.
Wî li ser vê yekê axifî û got: "Birêz Serok, eger Hemas plana te red bike, an jî eger ew xwe wekî ku qebûl dike nîşan bide û dûv re her tiştî bike da ku pê re rûbirû bibe, Îsraîl dê bi xwe kar biqedîne. Ew dikare bi hêsanî were kirin, an jî dikare bi zehmet were kirin, lê ew ê were kirin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

