Hûrguliyên plana Trump a li ser Xezayê: hêzek navneteweyî û bêçekkirina Hemasê
Cîhan 09:12 AM - 2025-09-28
Ajans
Xeza
Rojnameya Washington Post roja hûrgiliyên plana Serokê
Amerîkayê Donald Trump ji bo agirbestê li Xezayê eşkere kir, ku tê de
bicihkirina hêzek navneteweyî li Xeza, bêçekkirina Hemasê û hiştina derî ji bo
avakirina dewletek Filistînî hene.
Li gorî rojnameyê, plana ji 21 xal pêk tê, di nav de bêçekkirina
Hemasê, avakirina hêzek ewlehiyê ya navneteweyî û "Plana geşepêdanê ya
Trump" ji bo ji nû ve avakirina Xezayê dihewîne, lê dibe ku Îsraîl hin
bendên wê red bike.
Got jî: plana Trump ji bo rawestandina şerê Xezayê bi
rawestandina tavilê ya hemî operasyonên leşkerî, serbestberdana hemî 20
rehîneyan di nav 48 demjimêran de û radestkirina cenazeyên zêdetirî 20
Îsraîliyan ku tê bawerkirin ku hatine kuştin dest pê dike. Her weha tekez li
ser wê yekê jî hat kkirin ku hemî çekên Hemasê dê werin jinavbirin, dê ji bo
kesên ku beşdarî "pêvajoya aştiyê" bibin lêborîn were dayîn, û ji endamên
Hemasê yên ku dixwazin Xezayê derkevin re dê derketin were hêsankirin. Niha di
planê de ji bilî agirbesteke destpêkê, berdana girtiyan û zêdekirina alîkariya
mirovî, hîn xalên din ne hatine birêkxistin ku wê çawa birêve biçin.
Di planê de tê destnîşankirin ku niştecihên Xezzeyê neçar
nabin ku derkevin û her kesê ku derkeve mafê wî heye ku vegere. Lêbelê, di dema
bicîhanîna "Plana Pêşkeftina Aborî ya ji bo Nûavakirina Xezzeyê" ya
Trump de, ev niştecih dê li ku derê bijîn, nayên destnîşankirin.
Her wiha destnîşan dike ku "piştî berdana hemû
girtiyan, Îsraîl dê 250 girtiyên ku cezayê herheyî distînin, ji bilî 1700
niştecihên Xezayê yên ku piştî 7ê Cotmehê hatine girtin, serbest berde. Li gel
radestkirina cenazeyê 15 kesan di berdêla her cenazeye Îsraîlî.
Pêşniyar dibêjin ku "piştî qebûlkirina vê peymanê, dê
tavilê alîkariya tevahî ji Xezayê re were şandin, di nav de jinûhavakirina
binesaziyê (av, elektrîk û paqijî), nûjenkirina nexweşxane û nanxaneyan, û rakirina
kavil û vekirina rêyan Lêbelê, plan behsa wê yekê nekiriye ku kî dê vê xebatê
bike an lixwe bigre bike.
Plan her wiha "hikûmetek demkî ya veguhêz" ku ji
"Filistîniyan be û xwedî pisporên navneteweyî yên jêhatî bin vedihewîne da
ku karûbarên giştî yên rojane li Xezayê birêve bibe. Ev hikûmet dê ji aliyê
"desteyeke navneteweyî ya nû" ve were çavdêrîkirin ku ji aliyê
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve bi şêwirmendiya welatên din hatiye
damezrandin.
Her weha piştî bicîhanîna hemû çeksaziyên geşepêdanê û
siyasî yên pêşniyarkirî, "dibe ku mercên pêwîst ji bo destpêkirina
pêvajoyek cidî ber bi avakirina dewletek Filistînî werin bicîhanîn, ku armanca
gelê Filistînî.
Ew lê zêde dike ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê "dê
diyalogê di navbera Îsraîl û Filistîniyan de teşwîq bike da ku bigihîjin nerîneke
siyasî ji bo hevjiyana aştiyane û serfiraziyê.
PUKMEDIA/Ajans
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

