Letîf Nêrweyî: Serok Bafil deriye çareserkirina pirsgirêkan vekir
Kurdistan 10:35 PM - 2025-09-26
PUKMEDIA
Berpiesê Burda Ragihandina Yekîtiya Nitştimanî ya Kurdistanê Letîf Nêrweyî
Berpiesê Burda Ragihandina Yekîtiya Nitştimanî ya Kurdistanê
behsa hizir û helwêsta Serok Bafil Celal Talebanî kir derbarê çareserkirina
pirsgirêkên navbera Herêm û Bexdadê de kir û ragihand: Serok Bafil Talebanî bi
nûnertiya tevahiya Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir û bi Serokwezîrê
Hikûmeta Federal re peymanek girîng çêkir, ku bû kilîta vekirina deriyên girtî.
Letîf Nêrweyî, Serokê Burda Medyayê ya Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê di hevpeyvînekê de got: Serok Bafil got ku boykot me naghîne ti
encamên erênî, wate em nikarin pirsgirêkan çareser bikin, lê pirsgirêk dê aloztir
bibe û rewşa welatiyan û karmendan dê dijwartir bibe. Kûrahiya stratejiya
çareserkirina vê pirsgirêkê Bexda ye.
Letîf Nêrweyî got ku Serok Bafil Talebanî pêşniyar kiriye ku
derfetek ji wî re were dayîn ku serdana Bexdayê bike, ev pêşniyar hatiye
pejirandin. Û nûnartiya hemû Kurdistanê di yekem civîna di gel Mihemed Şeya
Sûdanî serok wezîrê Îraqê gihîşt têghîştineke girîng, ku bûye kilîta vekirina
wê deriyê girtî ku di navbera şanda danûstandinkar yê Herêm û Bexdadê.
Serok Bafil Talebanî serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
ragihand ku me her gav bawer kiriye û parêzvanî kiriye ku diyalog çareseriya
çêtirîn e ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bidestxistina encama xwestî di
berjewendiya welatiyên me de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

