Cîgirê Serok girîngiya berdewamiya hevahengiyê di navbera Pêşmerge û Hevpeymaniyê de tekez kir
Kurdistan 03:57 PM - 2025-09-15
PUKMEDIA
Hevdîtina cîgirê serokê Herêmê
Roja Duşemê 15ê Îlona 2025an, Cîgirê Serokê Herêma
Kurdistanê brêz Ceifer Şêx Mistefa, pêşwaziya Mazin El-Feqîh, berpirsê
Karûbarên Siyasî û Aborî li Konsulxaneya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de, wan li ser pêşketinên dawî yên siyasî û
ewlehiyê li Îraq û Herêma Kurdistanê, gef û metirsiyên ku ji hêla DAIŞê ve li
ser herêmê çêdibin, têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, û mijara mûçe û
mafên darayî yên Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Cîgirê Serok tekezî li ser rol û bandora girîng a hêzên
Amerîkayê di çarçoveya hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê de li herêmê
kir. Wî her wiha pêwîstiya zêdekirina piştgirî û hevahengiyê di navbera Herêma
Kurdistanê û hêzên Pêşmerge de bi hêzên hevpeyman re ji bo parastina ewlehî û
aramiya herêmê dubare kir.
Di hevdîtinê de her wiha pêvajoya çeksazî û ji nû ve birêxistinkirina
hêzên Pêşmerge hate gotûbêj kirin, her du aliyan girîngiya pêşvebirina vê
pêvajoyê û lezandina qonaxên wê yên mayî tekez kirin.
Di civînê de her wiha li ser pêşketin û rewşên welatên
cîran, her wiha krîz û aloziyên li Rojhilata Navîn gotûbêj hatin kirin û li ser
bandora van pêşketinan li ser herêmê nerîn hatin parvekirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

