Cîgirê Serok û Balyozê Îtalyayê pêşxistina hevkariya hevbeş piştrast kirin
Kurdistan 04:31 PM - 2025-09-11
Ragihandina cîgirê serokê Herêmê
Cîgirê serokê Herêmê û Balyozê Îtaliya li Îraqê
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mistefa pêşwaziya Balyozê
Îtalyayê li Îraqê Nicolo Fontana û şandeya pê re kir.
Di civînê de pêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê li Îraq û
navçeyê bi giştî, têkiliyên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê de,
pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdadê de û hilbijartinên parlemanî yên
pêşerojê hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan girîngiya berdewamkirin û berfirehkirina
têkiliyan û pêşxistina hevkariya hevbeş tekez kirin. Di derbarê pirsgirêkên di
navbera Hewlêr û Bexdadê de tekezî li ser berdewamiya diyalog û danûstandinan û
çareserkirina pirsgirêkan li gorî destûrê kirin.
Di beşek din a civînê de, ku Thomaso Sansoni, Konsulê Giştî
yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê beşdar bû, avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta
Herêma Kurdistanê û pêşkêşkirina hewl û gavên herî dawî yên pêvajoyê, û her
weha nirxandina rewşa giştî ya navçeyê û encamên bûyer û pêşketinan, du mijarên
din ên gotûbêjan bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

