Encûemna Nûneran dahatên nepetrolê û ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê gotûbêj dike

Îraq 09:54 AM - 2025-09-10
Encûmena Wezîran Nivîsgeha rojnamevanî yê hikûmeta Herêmê

Encûmena Wezîran

Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Îro Çarşemê 10 Îlona 2025 Encûmena Wezîran ê Herêma Kurdistanê civina xwe lidardixe.

Hikûmetê di daxuyaniyekê de ragihand ku: Îro Encûmenê pêşketinên dawî yên dahatên ne-petrolê û hem jî ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê û pêşkêşkirina biryarên civîna vê hefteyê ya Encûmena Wezîran a Federal a Îraqê ya 9ê Îlona 2025an dê werin gotûbêj kirin.

Amaje bi wê jî hat kirin ku: Qeydprojeyên hevbeşê wezaret û aliyên peywendîdar ji 2ê Îlona 2025an, taybet bi pêşniyarên derbarê bicîhanîna yasaya xizmet û xanenîşînî pêşmerge hejmar 38 yê sala 2007 de dê were pêşkêşkirin.

Got jî: Pêşniyarên Wezareta Darayî û Aboriyê, derbarê hêsankirina pêşîne û deynên têkildarî (xanî, çandinî, pîşesazî, nîştecîgir û geştiyariyê) dê mijarek din a civînê be.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: Di çarçoveya piroseya yekxistina rêkarên darayî yên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, çend pêşniyarên Wezareta Darayî ji bo yekkirina rêkar û rênimayên bacê û rêjeyên wan, di navbera saziyên bacê yên herdu Hikûmetan de dê werin pêşkêş kirin.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket