Rûsyayê êrîşa xwe ya herî dijwar li ser Kîevê pêk anî

Cîhan 10:38 AM - 2025-09-07
Kîev Reuters

Kîev

Rûsiya Ukrayn

Îro Yekşemê danê sibehê Rûsyayê êrîşeke dijwar li ser Kîevê encam da û cara yekeme ku  baregeha serokwezîrê Ukraynayê tê armanc girtin. Ev êrîş ji destpêka şer ve wekî êrîşa herî dijwar a Rûsyayê tê hesibandin.

Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand:  Êrîşa ku bi sedan dron û hejmarek mûşekên bi bandor pêk hat, cara yekeme ku dighêje avahiya Encumena Wezîran a li navenda paytexta Ukraynayê, ev yek bû sedema ku agir û dûmanek mezin ji qatên jorîn ên avahiyê bilind bibe.

Got jî: Çend taxên niştecîhbûnê yên li Kîevê zirar dîtine û hin avahî ji ber bermahiyên dronan agir pê ketine. Rayedarên Ukraynayê êrîşê wekî zêdebûnek metirsî bi nav kir, ku saziyên sereke yên dewletê dike armanc.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike