275 pêket û 37 mirî bi tayê xwînrijê
Îraq 10:33 AM - 2025-09-07
PUKMEDIA
Taya xwînrijê
Wezareta Tenduristiyê eşkere kir ku hejmara pêketiyên tayê
xwînrêjê gihîştiye (275) kesan, di nav de (37) mirin jî hene. Di heman demê de,
rêveberiya Veterîneriyê bi danîna rêzikên nû ji bo pabendbûna bi mercên
tenduristî û veterîneriyê tedbîrên xwe yên kontrolê tundtir kir.
Sebrî Husên Rêvebirê beşê vîrosan li rêveberiya Veterîneriyê
ji Al-Sebah re got: Rêveberiyê li gorî qanûna Hejmar 5 a 1983 û agahiyên Hejmar
22 a 1972, li ser planeke nû dimeşe da ku kontrola li ser qesabxaneyan tundtir
bike ku ceza dê her kesê ku agahiyan binpê bike bigire nav xwe, û banga
hişyariya civakê kir da ku welatiyan ji veguhestina nexweşiyê biparêzin.
Tîmên veterîneriyê bi hevkariya Daîrêveberiya Kontrola
Tenduristiyê ya li Wezareta Tenduristiyê kampînên xwe yên meydanî didomînin, û
tekez kir ku hewldanên heyî ne tenê bi kontrolêve sînordar in, lê di heman demê
de pêşxistina qesabxaneyên birêkûpêk û sazkirina wan bi teknolojiyên nûjen ji
bo misogerkirina paqijiya goşt jî vedihewîne.
Husên destnîşan kir ku hejmara qesabxaneyan li seranserê
welêt tenê (52) ne, ku sê ji wan ên nûjen li Bexdayê ne, di heman demê de
hewcedariya rastîn ne kêmtir ji (300) ne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

