Bi amadebûna Putin û Kîm de Çîn hêza leşkerî nîşan dide, Trump wan bi komployê tawanbar dike
Cîhan 12:07 PM - 2025-09-03
Reuters
Nimayîşkirina leşkerî
Îro Çarşemê 3/9/2025 Çînê çekên nifşê nû, di nav de balafir
û şerkerên nifşê çaremîn ên li ser barkêş balafiran, wesayîtên dijî-dronan, û
mûşekên pêşketî, di nav de mûşekên pir pêşkeftî pêşkeşkirineke mezin nîşan dan,
di bîranîna salvegera 80emîn a têkçûna Japonyayê di dawiya Şerê Cîhanê yê
Duyemîn de nîşan da.
Serokê Çînê Xi Jinping, digel 26 serokên cîhanê, di nav de serokê
Koreya Bakur Kim Jong Un û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, di wesayîteke ser vekirî
de leşker û alavên leşkerî kontrol kirin.
Ev çalakî beşdariya yekem a serokê Koreya Bakur di
çalakiyeke piralî de nîşan da.
Zêdetirî 10 hezar leşker û bi sedan balafir û otombêlên
leşkerî beşdarî çalakiyê bûn, her weha hemû çek û alavên leşkerî yên ku li Çînê
hatine pêşandan li Çînê hatine çêkirin û jixwe di xizmeta hêzên çekdar ên welêt
de ne.
Ajansa Nûçeyan a
fermî ya Xinhua (Şînxwa) ya Çînê piştrast kir ku Çînê cara yekem hêzên xwe yên
stratejîk ên bejahî, deryayî û esmanî di sêgoşeyek etomî de di roja Serkeftinê
de pêşkêş kirin.
Pêşkêşkirin 70 xulakan dirêj kirtijî sembol û propagend bû,
80 hezar qumri aştiyê û nafoqên renge û reng firandin. Ev duyemîn merasîma wisa
ye ku Çînê ji bo bîranîna serkeftina li hember Japonya birêxistin kiriye, piştî
ya yekem ku di 2015an de di salvegera 70emîn de hatibû lidarxistin.
Trump: Hûn li dijî me komployê dikin
Li ser Truth Social, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
Donald Trump rola Amerîkayê di alîkariya Çînê de ji bo misogerkirina azadiya
xwe ji Japonyayê destnîşan kir.
Trump zêde kir: Silavên min ên germ bighînin Vladimir Putin
û Kim Jong Un, dema ku hûn li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê komployê
dikin. Got jî gelek Amerîkî mirine da ku Çîn serkeftin û rûmetê bi dest bixe.
Ez hêvî dikim ku ew ê bi awayekî rast werin rûmetdarkirin û ji bo wêrekî û
fedakariya xwe werin bîranîn.
Trump berê ji rojnamevanan re gotibû ku ew nimayeşkirina
leşkerî wek dijberî li hember Amerîkayê nabîne û tekez li ser "têkiliya
xwe ya pir baş" bi Xi re kir.
Alîkarê serokê Rûsyayê Yuri Ushakov bersiva îdiaya Serokê
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump da ku Vladimir Putin, Kim Jong Un û
Xi Jinping li dijî Amerîkayê komployê dikin. Dema ku li ser şîroveyên Trump ji
Ushakov hat pirsîn, wî got "Ez dixwazim bibêjim ku tu komplo nehatine
kirin, kesî komplo nekiriye, qet komployek çênebûye, û ji bilî vê, tu yek ji
van hersê rêberan jî li ser van fikran nefikiriye.
PUKMEDIA
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

