Aso Mamend ji PUKMEDIA re: Em li Kerkukê bê cudahî xizmetê dikin
Kurdistan 06:18 PM - 2025-09-02
PUKMEDIA
Aso Mamend, Serpereştyarê Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) li Kerkukê - Selahedîn
Aso Mamend, Serpereştyarê Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê
(YNK) li Kerkukê
- Selahedîn
Aso Mamend - Serpereştyarê Yekîtîya Niştimanîya
Kurdistanê (YNK) li Kerkukê - Selahedîn ragihand ku Kerkûk û YNKê qet ji hev
nayên veqetandin û xelkê Kerkûkî dilsozê rêbazê Serok Mam Celal in, bê
cudahî, Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) xizmeta Kerkukê dike û xelkê
bajêr jî şahidiya vê rastiyê dikin.
Serpereştyarê YNKê yê Kerkûk-Selahedîn Aso Mamend ji
PUKMEDIA re ragihand ku ew ne dadperweriya ku berê li Kerkukê ji aliyê
parêzgarekî wekalet ve li dijî Kurd, Turkmen û beşek ji neteweya Ereb hatibû encamdan,niha ew dem bi dawî bûye û hemû akinciyên Kerkûkê bêyî cudahî ji aliyê YNK û
parêzgarê wê yê Kurd ve dê xizmetê werbigirin.
Her weha aşkere kir ku her çend e di demên berê de ji bo
Kurdan û di nav Kurdan de ji bo YNKê posta parêzgarê Kerkukê bi destxistin jî,
ji ber destêwerdanên navxweyî û navneteweyî, ne hêsan bû, lê niha ku
tenê salek e ku YNKê posta parêzgarê Kerkukê girtiye, her kes dikare şahidiyê
bike ku wê bê cudahî xizmeta bajêr kiriye.
Serperiştê Kerkûk-Selahedînê yê KNKê got: Kerkûk niha ber
bi qonaxa xizmetguzarî û ji nû ve avakirinê ve diçe, hewldanên me jî ew
in ku civatek bi bandor ya parêzgehê hebe daku kar bişopîne û zêdetir xizmeta
bajêr bike,lê di heyvên pêş de, projeyên pir mezintir ji bo bajêr di rê de ne û
dê di xizmeta akinciyên Kerkukê de werin danîn.
Wî her wiha got:YNKê xwe li ser rêbaza Serok Mam Celal û qefta
gulêan bi riya parêzgarê wê xizmeta hemû pêkhateyan dike, ew kesên miha
ji bo Kerkukê dirûşmeyên rengîn bilind dikin, nikarin xelkê Kerkukê bixapînin,ji ber vê yekê, kanalên medyayê dikarin rapirsiyekê di nav xelkê Kerkukê de
bikin, daku nîşanî wan bidin ka ew çiqas ji siyasetên YNKê û xizmetên parêzgar
razî ne.
Aso Mamend ragihand ku ji her demê zêdetir eşkere ye ku
YNKê û Kerkûk ji hev nayên veqetandin û xelkê Kerkûk her tim dilsozê rêbaza Serok
Mam Celal in;ku encamên
hilbijartinan jî vê rastiyê nîşan didin û em hêvî dikin ku hilbijartina bê jî giraniya
xwe ya li bajêr ji bo YNKê zêdetir bikin,di vî warî de, bernameyeke YNKê heye
ji bo afirandina derfetên kar yên zêdetir ji bo ciwanên bajêr û em ê piştgiriyê
bidin wan û em xwe wekî xizmetkarên xelkê Kerkukê dizanin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

