Trump rê dide 600 hezar xwendekarên Çînî ku li Amerîkayê bixwînin
Cîhan 01:23 PM - 2025-09-01
Serokê Amerîkayê Donald Trump
Click2Houston
Serokê Amerîkayê Donald Trump tekez li ser parastina pêwendiyan bi welatên hêz
mezin re kir û razî bûye ku 600 hezar xwendekarên Çînî li Amerîkayê bixwînin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump gotiye ku girîng e ku bi welatên
hêzê mezin re pêwendî û têkilî werin parastin, Ev yek di hevpeyvînekê de bi
Daily Caller re hat ku ragihand: Di nav
du salan de destûrê dide 600 hezar xwendekarên Çînî ku li Dewletên Yekbûyî yên
Amerîkayê bixwînin.
Dema ku ji Trump hat pirsîn ka ev biryar li ser bingeha
feydeyên ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye an tenê wekî beşek ji
danûstandinên bi Pekînê re ye, Trump tekez kir ku têkiliyek wî ya "pir
baş" bi Serokê Çînê Xi Jinping re heye. { e]kire kir ku dema ku ez ji
serokatiya welatekî re dibêjim ku ez xwendekarên wan qebûl nakim, ez wê wekî
heqaret li wî welatî dibînim.
Dema ku ji Trump hat pirsîn ka çi berteka Çînê ya li hember
vê biryarê heye, wî got: Ez tiştekî li beramberî vê naxwazim. Tişt di navbera
me de pir baş diçin û ew bi milyaran dolar didin me.
Di gotinên xwe de, Trump tîşkê dixe ser girîngiya dîplomasî
û têkiliyên navneteweyî, bi taybet li gel dewletên xwedî çekên etomî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

