Mûçeyê meha şeş wê were dayîn
Îraq 06:10 PM - 2025-08-19
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê
Wêneyek ji civînê
Encûmena Wezîrên Îraqê di civîna xwe ya asayî ya roja Sêşemê 19ê Tebaxa 2025an de biryar da ku mûçeyên karmend û teqawidbûyên Herêma Kurdistanê yên meha Hezîranê bide.
Li gorî PUKmediayê, di civînê de Serokwezîr Mihemed Şîa El-Sudanî dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê yên meha Hezîranê pesend kir, lê bi sê mercan. Ya yekem ew e ku herêm 120 milyar dînar ji dahatên xwe yên ne-petrolê radestî hikûmeta federal bike. Mercê duyem ew e ku komîteya ku ji bo lêkolîna dahatên ne-petrolê yên herêmê hatiye avakirin, di nav herî zêde 72 demjimêran de karê xwe biqedîne. Di dawiyê de, divê şîrketên petrolê yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin pabendî peymanên xwe yên bi hikûmeta herêmê re bin û ji daxwaza peymanên nû yên bi hikûmeta federal re dûr bisekinin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

