Koçberiyê kêmkirina kampan ji 172 bo 22 kampan radigihîne

Îraq 11:41 AM - 2025-08-17
Kampên koçberan PUKMEDIA

Kampên koçberan

Îraq

Wezareta Koçş û Koçberiya Federal îro Yekşemê li ser kêmkirina hejmara kampên koçberan ji172 bo 22 kampan ragihand.

Wekîlê wezaretê Kerîm Nurî ji ajansa Nûçeyên Îraqî re ragihand: Hinek rêgirî li vegera koçberên li Duhok û Hewlêrê bo deverên wan yên resen hene, di nav de malên hilweşayî û tirsa nebûna kar û pirsgirêkên êlan.
Amaje bi wê jî kir ku hemû kamp hatin girtin ji bilî kampên li Hewlêr û Duhokê, ku niha hejmara wan 22 kamp innêzîkî 18 hezar malbat têda ne. Hêjay bîrxistinê ye ku berê hejmar 172 kamp bûn.                    
Wî wiha domand: "Wezaret nikare ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberiyê demekê diyar bike, lê ew bi baldarî dixebite da ku dosyayê di zûtirîn dem de bigire.

PUKMEDIA                                      

zêdetir tamaşe bike