Cîgirê Serokê Herêmê girîngiya têkiliyên di navbera Herêm û Amerîkayê de piştrast kir

Kurdistan 03:18 PM - 2025-08-13
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Nivîsgeha rojnamevanî yê cîgirê serok hikûmetê

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê

Herêma Kurdistanê

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû û yê berê yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê kir.

Şêx Cafer Şêx Mistefa, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê îro pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû, Xanim Gwendelen Green û Konsulê Giştî yê berê Stephen Bittner kir.

Di hevdîtinê de, Cîgirê Serok pêşwazî li wan kir û ji bo destnîşankirina wan wekî Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê li Herêmê pîrozbahî lê kir û hêviya serkeftinê di kar de jêre xwast.

Piştre cîgirê Serok spasiya xebata Stephen Bittner kir û pesnê wî da, ku roleke girîng di rêxistin û pêşxistina têkiliyên di navbera Dewletên Yekbûyî û Herêma Kurdistanê de lîstiye.

Ji aliyê xwe ve, Stephen Bittner spasiya piştevaniya aliyên peywendîdar kir ji bo piştgirî û hevkariya wan di serkeftina karê wî de di demên berê de û tekezî li ser girîngiya berdewamiya têkilî û dostaniya di navbera herdu welatan de kir.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket