Ajansa Ewlekariya Herêma Kurdistanê du kes bi tohmeta kuştina zarokekî girtin
Kurdistan 08:47 PM - 2025-08-11
PUKMEDIA
Logoya Ajansa Ewlehiyê
Ajansa Ewlekariya Herêma Kurdistanê jin û mêrek ji ber kuştina zarokekî kêmendam li parêzgeha Diyalayê girtin.
Ajansa Ewlekariya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku ji PUKMEDIA re hatiye şandin got:Di 7ê Tebaxa 2025an de, piştî nûçeya kuştina zarokekî kêmendam li parêzgeha Diyalayê ji Jin û Mêrek xwedîkirî ve û reviyana gumanbaran bo Herêma Kurdistanê, Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Ewlehiyê lêpirsînek berfireh kir. Hêzên ewlehiyê di 10ê Tebaxa 2025an de her du gumanbar li navçeya Çemçemalê girtin û li gorî taybetmendiyên dozê, piştî lêpirsînê her du gumanbar dê radestî hêzên ewlehiyê yên Îraqê werin kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gumanbar li gorî madeya 405an a Qanûna Cezayê Îraqê hatine girtin û lêpirsîn berdewam dikin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

