Kujerê sê kesan hat girtin
Kurdistan 12:02 AM - 2025-08-07
Ragihandina Rêveberiya Polîsê Hewlêrê
Wêneyek ji girtina wî
Rêveberiya Polîsên Parêzgeha Hewlêrê îro (Çarşem, 6ê Tebaxa 2025ê) di daxuyaniyekê de amaje da ku, seet 8:30 ê îşev karmendekî benzînxaneyekê li ser cadeya Koyeyê bi şofêr û rêwiyên timbêlekê re şeredev kir.
Rêveberiya Polîsên Parêzgeha Hewlêrê ragihand ku, karmendekî benzînxaneyekê li ser cadeya Koyeyê bi şofêr û rêwiyên timbêlekê re şeredev kir û di encamê de sê kes hatin kuştin.
Rêveberiya navbirî her wiha ragihand, “Ji aliyê wî karmendê benzînxaneyê ve gule hatin berdan û di encamê de sê welatî hatin kuştin. Tîmên rêveberiya me jî her zû gihîştin cihê wê rûdanê.”
Her di wê ronkirinê de hatiye, “Ew tometbar ji aliyê Rêveberiya Polîsên Parêzgeha Hewlêrê ve hatiye girtin û niha bi biryara dadwerî hatiye binçavkirin û lêkolîn li ser wê rûdanê jî didome.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

