Şandeke darayî ji bo gotûbêjkirina pirsa mûçeyan gihîşte Bexdayê

Kurdistan 11:27 AM - 2025-08-06
Diravên Îraqî PUKMEDIA

Diravên Îraqî

Mûçe

Şandeke darayî teknîkî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinên li ser mûçeyên karmendan û karê komîteyên hevbeş gihîştiye Bexdayê.

Îro, 6ê Tebaxa 2025an, çavkaniyek ji Wezareta Darayî û Aboriyê ya Herêma Kurdistanê ji malpera fermî ya YNKê  (PUKMEDIA) re got:"Encûmena Wezîrên Îraqê daxwaz ji şandeke teknîkî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku îro biçe Bexdayê. Şand îro gihîşt Bexdayê da ku li ser mûçeyên karmendan û karê komîteyên hevbeş nîqaş bike."

Encûmena Wezîrên Îraqê roja Sêşemê civîneke asayî li dar xist da ku li ser mijara petrol û mûçeyên Herêma Kurdistanê nîqaş bike.

Di heman demê de, Cîgirê Serokwezîrê Îraqê ji bo Karûbarên Enerjiyê û Wezîrê Petrolê Heyan Ebdulxenî îro li Kerkukê got:"Gotûbêjên me bi Herêma Kurdistanê re ji bo wergirtin û hinardekirina petrolê bi rêya SOMO berdewam dikin û niha rojane nêzîkî 130,000 bermîl petrol tê hilberandin, ku ji wê 50,000 bermîl dê navxweyî be û 80,000 bermîl dê bi rêya bendera cîhanê were hinardekirin." 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike