YNK: Bo vekirina doza tawana Enfalê berdewam dibin
Kurdistan 10:43 AM - 2025-08-06
PUKMEDIA
Karwan Yarwaîs
Yekîtiya Nistimanî ya Kurdistanê bi fermî daxwaza şirovekirinê li ser lîsteya gumanbarên ku di doza Enfalê de tên xwestin kiriye. Biryaderê fraksiyona YNKê got:’’ Ev gav beşek ji hewldanek cidî û erkê çavdêriyê ye ji bo ji nû ve vekirina doza kesên ku ji ber tawanên Enfalê tên xwestin.’’
Karwan Yarwaîs, biryaderê fraksiyona YNKê li parlementoya Îraqê, ji PUKMEDIA re got:"Di du nameyên cuda de ji serokê Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê û serdozgerê giştî re, me daxwaza zelalkirinê li ser lîsteya tawanbarên ku di dozê de tên xwestin kir.
"EV bi pêvajoya Enfalê hatine tawanbarkirin, ku Dadgeha Cezayê Bilind a Îraqê di sala 2005an de xwestiye. Dozên wan gihîştine ku derê û piştî hilweşandina Dadgeha Cezayê Bilind ew şandine ku derê?"
Karwan Yarwaîs got:"Ev gav beşek ji hewldanên me yên cidî ye wekî erkê çavdêriyê ji bo ji nû ve vekirina dozên tawanbarên Enfalê."
Wî zêde kir:"Me ji serdozger xwestiye ku di vî warî de rola xwe bilîze û çarenûsa lîsteya kesên ku bi beşdarbûna di tawanên Enfalê de têne tawanbarkirin lêkolîn bike.’’
Yarwaîs, got:"Lîsteya Dadgeha Cezayê Bilind a Îraqê hejmarek ji berpirs û efserên payebilind ên rejîmê û 258 şêwirmend û serokên caşiyan dihewîne.
Dadgeha Cezayê Bilind a Îraqê, ku piştî hilweşîna rejîma berê ya Îraqê hatiye damezrandin, doza Enfalê wekî jenosîd û tawanên li dijî mirovahiyê ragihand, lêbelê, çarenûsa gelek ji bertawanên ku ji hêla dadgehê ve têne xwestin hîn ne diyar e.
Di heman demê de, di rojên dawî de, nivîsgeha xanima yekem a Îraqê, bi hevkariya nivîsgeha serokkomar, girtina tawanbarekî kampanyaya Enfalê bi navê "Hecac Ehmed Herdan" ragihand, ku tawanbar yek ji çavdêrên girtîgeha Nugre Selman bû.
Ew di 31ê Tîrmeha 2025an de li parêzgeha Samawa li başûrê Îraqê hate girtin. Hecac bi muameleya xwe ya hovane, nemirovane û tirsnak a li hember şehîdên Enfalê dihat nasîn.
Ev yek di demekê de ye ku, roja 31ê Tîrmeha 2025an de, Nivîsingeha Xanima Yekem ya Îraqê girtina tawanbarekî helmeta Enfalê bi navê "Ecac Ehmed Herdan" ragihand û daxwaz ji zîndaniyan û kesûkarên wan û windahiyan kir ku ji bo tomarkirina giliyan li dijê wî tawanbarî peywendiyan digel wan navnîşanan bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

