Îraq: Em amade ne ku petrola Herêma Kurdistanê werbigirin
Kurdistan 10:27 AM - 2025-08-06
Ragihandina parêzgeha Kerkukê
Heyan Ebdulxenî û parêzgeha Kerkukê
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî got: “Niha Herêma Kurdistanê rojane 130 hezar bermîl petrolê hildiberîne. Me li hev kir ku 50 hezar bermîl ji bo navxwe were bikaranîn û 80 hezar jî were hinardekirin.”
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî îro çû parêzgeha Kerkûkê û ji rojnamegeran re got:"Dan û standin û civînên me bi birayên me yên li Herêmê re berdewam in.’’
‘’Em li gel Wezareta Çavkaniyên Siruştî derbarê wergirtin û hinardekirina petrolê ya bi rêya Kompanyaya Bazarkirina Petrolê (SOMO) di nava pêwendiyan de ne.Niha li Kurdistanê berhemanîna ji wan zeviyên petrolê ku heta niha kar dikin, rojane nêzîkî 130 hezar bermîl petrol e û 50 hezar bermîl ji bo bikaranîna rojane ye û me bi birayên xwe yên li Herêma Kurdistanê re li hev kiriye ku em dê 80 hezar bermîlên din wergirin û bi rêya Bendergeha Ceyhanê ya Tirkiyeyê hinarde bikin; bi îzna Xwedê.’’Wezîrê Petrolê yê Îraqê got
Li gorî PUKMEDIA, armanca sereke ya serdana Wezîrê Petrolê yê Îraqê bo Kerkukê ew e ku wî kevirê bingehîn ê rafineriyeke nû li ser rêya Kerkûk-Hewlêrê li nêzîkî Gurgeçalê danî û serdana zeviya petrolê ya Cebel Bora kir, ku hilberîna xwe ji 5,000 bermîlan gihandiye nêzîkî 25,000 bermîlan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

