YNK hewlên berdewam dide ji bo ji nû ve avakirina Şingalê
Kurdistan 08:02 PM - 2025-08-02
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Mekteba Siyasî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di daxuyaniyekê de li ser salvegera 11’mîn a qirkirina bi komî Êzidiyan ragihand:" Piştgiriya xwe ji bo her gavek ku bibe sedema vejîn û aramiya Şingalê û naskirina vê tawanê wekî qirkirina bi komî li ser asta navneteweyî ji nû ve piştrast dike. "Ji her demê bêtir, em hewceyê biryarek yekgirtî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de ne, ku hemû partîyên li Kurdistanê piştgirîya wê dikin da ku hemû penaber vegerin welatê xwe.’’
Nivîsa peyamê:
Di salvegera yazdehemîn a qirkirina bi komî xwişk û birayên Êzidî û dagirkirin û wêrankirina di hêla terorîstên DAIŞê ve li ser Şingal û derdora wê de, em rêz li şehîdên vê karesata li dijî mirovahiyê digirin û vê salvegerê bi xemgîniyek êşdar bi bîr tînin.
Êzidî, wekî xwediyên resen ên Şingal û derdora wê, her tim di pêşengiya tevgera Kurd de bûne û roleke wêrek lîstine.
Piştgiriya xwe ji bo her gavek ku bibe sedema vejîn û aramiya Şingalê û naskirina vê tawanê wekî qirkirina bi komî li ser asta navneteweyî ji nû ve piştrast dike. "Ji her demê bêtir, em hewceyê biryarek yekgirtî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de ne, ku hemû partîyên li Kurdistanê piştgirîya wê dikin da ku hemû penaber vegerin welatê xwe’’
Silav li ser ruh ê şehîdên Şingalê û hemû şehîdên tevgera rizgariya Kurdistanê be
Mekteba Siyasî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

