Dawî li çîroka celadê Nugre Selman hat û xanima yekem bangek kir
Kurdistan 02:56 PM - 2025-08-01
Nivîsgeha Ragihandina Xanim Şanaz Îbrahîm Ehmed
Xanim Şanaz Îbrahîm Ehmed, Xanima Yekem ya Îraqê
Nivîsgeha Ragihandina Xanim Şanaz Îbrahîm Ehmed di
daxuyaniyekê de got:Ez bang li hemû girtiyên berê, malbatên qurbaniyên Enfalê û
xizmên windayan dikim ku giliyên yasayî tomr bikin û şahidiyê bikin daku dadperwerî
pêk were û ev tawanbarê xwînxmêj ji ber tawanên xwe yên li dijî gelê me weku
berpirsiyar bê sizadan.
Di daxuyaniya Nivîsgeha Ragihandina Xanim Şanaz Îbrahîm
Ehmed de hatiye gotin:Min her timî piştgirî daye malbatên şehîd û qurbaniyên
Enfalê û wekî min soz dabû, em ê hewl bidin ku dadperweriyê pêk bînin; her çend
demê bigire jî, û ew kesên ku destên wan yên hovane di xwîna jin û zarokên me
yên bê guneh de sor bûne, lêprsîn digel wan dê bê kirin.
Her weha got: Me di dawiyê de Ecac Ehmed Herdan, yekek ji celadên
hovane yên girtîgeha Nugre Selman li kûrahiya çola Semawe ya parêzgeha Musene
desteser kir ku bi hezaran jin, zarok û kal û pîr îşkence kiribû, birçî mabûn.
Her weha dazanîn ku Ecac bi muameleya xwe ya hovane û ne mirovan
e ya li hemberî şehîdên Enfalê dihate naskirin , û piştî 37 salan, ew êdî azad
nîne di girtîgehê de ye.
Di heman demê de, nivîsgeha Xanima Yekem ya Îraqê Şanaz
Îbrahîm Ehmed got: Ez daxwaz ji hemû girtiyên berê, malbatên qurbaniyên Enfalê û
xizmên windayan dikim ku giliyê tomar bikin û şahidiyê bidin daku dadperwerî
pêk were û ev tawanbarê xwînmêj ji ber tawanên xwe yên li dijî gelê me sizayê
xwe ya yasayî werbigire.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

