Şanda Îmraliyê: Peyama Ocalan israra li ser aştiyê ye

Kurdistan 10:17 AM - 2025-07-26
Ocalan û şanda Îmraliyê hevdîtin dikin Arşîv

Ocalan û şanda Îmraliyê hevdîtin dikin

Bakurê Kurdistanê

Şandeya Îmraliyê ya ku bi birêz Abdullah Ocalan  re hevdîtin kir, wiha got: “Birêz Ocalan destnîşan kir ku ew li bendê ye ku xebata komîsyonê ya li meclisê berfireh be û bi rêbazeke berfirehker tevkariyeke girîng li aştî û demokrasiyê bike.”

Daxuyaniya nivîskî ya Şandeya Îmraliyê bi vî rengî ye:

“Ji çapemeniyê û raya giştî re,

Wekî Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, me di 25'ê Tîrmeha 2025'an de li Girtîgeha Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke sê saet û nîvan pêk anî.

Me têkildarî hevdştinên ku çend roj berê bi birêz Serokkomar, birêz Wezîrê Dadê û serokên partiyên siyasî re kirin, danûstendin kir.

Têkildarî merasîma îmhakirina çekan a di 11'ê Tîrmehê de hat lidarxistin, çavdêrî û bandorên merasîmê agahî hatin ragihandin. Birêz Ocalan jî, diyar kir ku awayê merasîmê, vîna hatiye nîşandan, bîr, bawerî û biryardariya hatiye nîşandan pir hêja ye.

Destnîşan kir ku ew li bendê ye ku xebata komîsyonê ya li meclisê berfireh be û bi rêbazeke berfirehker tevkariyeke girîng li aştî û demokrasiyê bike.
Silavên xwe ji gel û tevahiya derdorên civakî re şand.

Silav û rêz.

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê

26'ê Tîrmeha 2025'an."

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket