Lihevkirinek nû di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de tê kirin
Kurdistan 12:59 PM - 2025-07-16
Daxuyaniya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê
Civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di civîna xwe de, pêşî êrîşên terorîstî yên li ser kêlgehên petrolê şermezar kir û piştre hevtêgihîştina nû ya ku ligel hikûmeta federal derbarê mûçe û mafên darayî de hatiye kirin, pejirand.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê, 16ê Tîrmehê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, civiya.
Di destpêka civînê de, Encûmena Wezîran bi tundî êrîşên terorîstî yên li ser Herêma Kurdistanê û bi taybetî kêlgehên petrolê şermezar kirin. Hat destnîşankirin ku van êrîşan ziyaneke mezin a madî gihandiye proseya berhemanîna petrolê û armanca wan lêdana li binesaziya aborî û enerjiyê ya Herêma Kurdistanê ye.
Encûmena Wezîran daxwaz ji hikûmeta federal kir ku erka xwe bi cih bîne, sînorekî ji van êrîşan re deyne û rêkarên yasayî li hember wan têkderan bigire ber çavan.
Her di civîna îro de, Encûmena Wezîran, gotûbêj li ser mijarên sereke yên civînê kir, ku taybet bûn bi gotûbêjkirina rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê û rêça danûstandin û gotûbêjên ligel hikûmeta federal derbarê mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê.
Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr, hûrgiliyên wê têgihiştina hevbeş a ku duh li Bexdayê derbarê dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û pabendiyên Herêmê de hatibû kirin, pêşkêş kirin.
Piştî gotûbêj û danûstandina nêrînan, Encûmena Wezîran pêşwazî li wê têgihiştinê kir û biryar da ku naveroka wê bi cih bîne, ku biryar e di berdêla wê de hikûmeta federal mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

