Dadgeha Federal ji bo pirsa mûçeyên Herêma Kurdistanê dê bicive
Kurdistan 10:31 AM - 2025-07-10
Ajans
Dadgeha Federal
Dadgeha Bilind ya Federal ya Êraqê biryar daye ku
rûniştinekê li darbixe daku doza hejmarek fermanberên Herêma Kurdistanê ya derbarê
mûçeyên ku hikûmeta Federal şandina wan ji fermabnerên herêmê re rawestandiye gotûbêj
bike.
Dadgeha Bilind ya Federal roja 14ê Tîrmeh ya sala 2025an
wekî roja nirxandina doza ku li dijî Wezîra Darayî ya hikûmeta Federal (ji bilî
posta wê) hatiye vekirin, destnîşan kir doz li ser wê yekê ye ku Wezareta
Darayî ya Federal heyvan e û di dema xwe de mûçeyên li Herêma Kurdistanê bide,
bêyî ku nakokiyên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêmê de yên derbarê gotûbêjkirina Yasaya Budceya Giştî ya Federal yan jî ji ber sedemên din hebin di
dozê de.
Her wiha fermanek dadwerî hat e xwestin ku Wezareta Darayî
ya Federal neçar bike daku mûçeyên fermanber, xanenişînan, malbatên şehîdan û
sûdmendên xizmetguzariya civakî yên li herêmê yekser ji vê heyvê û pê ve û
heya ku doz yek alî dibe bide.
Tomarkirina Dozekê li Dadgeha Federalî
Dadgeha Bilind ya Federalî vê dawiyê dozek derbarê
berdewamiya ne dayîna mûçeyên Fermanberên li Herêma Kurdistanê wergirt.
Dadgeha Federal Di daxuyaniyekê de ku ji hêla PUKMEDIA ve
hatiye bidestxistin ragihand ku Fermanberên Herêma Kurdistanê dozek vekirin ku
têde daxwaza berdewamkirina dayîna mûçeyan li Herêma Kurdistanê di dema xwe ya
diyarîkirî de kirine, li gorî biryara vê Dadgehê ya hejmar 224 û biryara wê ya
yekgirtî ya hejmar 269/Federal/2023 ya 21ê Sibat ya sala 2024an.
Di daxuyaniyê hatiye:Fermanberan daxwaza derxistina fermanek
e dadweriyê kirin e daku Wezareta Darayî ya Federal neçar bike ku mûçeyan li gorî
biryara Dadgeh ya Bilind bide, û hem Serok wezîrên hikûmeta federal û hem jî
Serok wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar bike ku mûçeyên fermanberên hemî
wezaret, parêzgeh û saziyên ku ne girêdayî wezaretekê ne, û her weha hemî fermanberên
dezgehên din yên hikûmetê, xanenişîn û sûdmendên tora parastina civakî ya li
herêmê li bankên hikûmeta federal yên ku li derveyî herêmê kar dikin,cî bi cî bikin , û wan ji pişka herêmê ya ku di yasaya budceyê de hatiye destnîşankirin derxînin.
Her weha di daxuyaniyê de hatiye gotin: Doza navbirî ya hejmare (104/Federal/2025) li dadgehê hatiye tomar kirin, û xerca yasayî hatiye dayîn, dê
daxwaza derxistina biryara dadweriyê di zûtirîn dem de were kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

