YNKê sozên xwe li Kerkukê bi cih tîne
Kurdistan 11:01 AM - 2025-07-08
Taybet
Projeya nûjenkirina riya Kerkuk-Qerehencîr
Yekîtîya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi riya parêzgar û
endamên Civata Parêzgeha Kerkûkê sozên xwe yên xizmetguzariya Kerkukê bi bicih tine,û
niha hejmarek projeyên xizmetguzariyê li bajêr hatine bicîhkirin, ya herî
girîng nûjenkirina rê û kolanên Kerkuk-Qerehancîr û Kerkuk-Pirdê yên wê parêzgehê.
Perwîn Fatih, Endama Civata Parêzgeha Kerkukê, ji firaksyona
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ji malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya
Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand ku,li Kerkukê nûjenkirina riyên Kerkûk-Qehrencir
û Kerkuk-Pirdê û gelek projeyên din yên xizmetguzariyê tên encamdan, bernameya
lîsta (Kerkûk Hêz û Îradeya Me Ye), ku berî Hilbijartina Civata Parêzgeha
Kerkukê û piştî avakirina hikûmeta xweciyî û wergirtina posta parêzgarê Kerkukê
ji aliyê YNKê ve hatibû amadekirin, sozên wê hatine bicîhanîn.
Perwîn Fatih got: Projeya nûjenkirina riyên
Kerkûk-Qerehancîr û Kerkûk-Pirdê dê sûdê bide akinciyên Kerkûk, Silêmanî û
Bexdayê û dê derfetên kar yên zêdetirjî ji bo ciwanên Kerkûk biafirîne, ji bilî çakkirina
riyan, dê jiyana ajokar û rêwiyan were parastin û dîmenk baştir jî dê bide
bajêr.
Her weha aşkere kir ku,nêzîkî 10 heyvan e ku hikûmeta
xweciyî ya kerkûkê hatiye pêkanîn û postê parêzgarê Kerkûkê li cem Yekîtiya Nîştimanî
ya Kurdistanê (YNK) ye, di vê dema kurt de, YNKê bi riya parêzgar û nûnerên xwe
li Civata Parêzgehê kariye hejmareke mezin ji xizmetguzariyan pêşkêşî bajêr
bike, ev yek keskkirin, paqijkirin û nûjenkirina kolanên Kerkûkê li xwe digire,
di heman demê de niha sererastkirina riyên li derveyî Kerkûkê xistiye rojevê.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di Hilbijartina Civata
Parêzgehên Êraqê de li deverên veqatandî bi ser ket, li Kerkukê, 157 hezar û
639 deng bi dest xist, ku ev jî %43ê dengên parêzgehê ye, bi vî awayî pênc
kursî di Civata Parêzgeha Kerkukê de bi dest xist û bi vê yekê bû xwedanê pênc
kursiyan li Civata Parêzgeha Kerkukê, îro, ew bernameya xwe yên beriya
hilbijartinê bicîh tîne û hemû hewlên xwe dide daku xizmeta Kerkukê bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

